‘Li dijî binpêkirinên ku jinên girtî dijîn bikevin nava tevgerê’
Berdevka Kombûna jinan ya Zenûbiya Bithana Abdu bal kişand ser binpêkirinên dewleta Îranê li dijî jinên girtî pêktîne û got: “Ji bo cezayên darvekirinê werin rawestandin divê rêxistinên mafê mirovan yên navnetewî erkê xwe pêkbînin.”
YUSRA AL-EHMED
Reqa – Hikumeta Îranê, bi taybet aktivîstên siyasî û rojnamevan di nav de li beramberî jinan polîtîkayê zextê ya sîstematîk pêk tîne. Herî dawî cezayê darvekirinê li parêzvana mafê mirovan Şerîfe Muhamedî û aktivîsta mafê mirovan, rojnamevan Pexşan Ezîzî birî. Di encama çalakiyên parêzvanên mafê mirovan û jinan de cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Muhamedî hatî birin hate xirakirin. Lê belê bi hezaran jinên aktîvîst ên ku li Îranê girtî ne rû bi rûyî xeteriya girtina cezayê salên dirêj û cezayê darvekirinê ne.
Zextên li Îranê didomin. Rêxistinên jinan yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriye îfadekirin ku li dijî pêkanînên li dijî parêzvanên mafê jinan û rojnamevanan in, beşdarî kampanya ‘Na ji darvekirinê re’ ku ji aliyê Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) ve hatî detspêkirin bûne.
Berdevka Kombûna jinan ya Zenûbiya Bithana Abdu diyar kir ku çalakiyên jinan yên ji bo jinên ku li Îranê girtîne werin berdan didomînin.
‘Armanc tepisandina şoreşa jinê ye’
Bithana Abdu bibîr xist ku dewleta Îranê li dijî jinan bi taybet li dijî aktivîstên siyasî û rojnamevanan polîtakayek ya zextê pêktîne û wiha got: “Qedexeyên kêfî yên weke hîcaba bi zorê û cilê jinan tînin. Ji ber vê sedemê jî cezayê darvekirinê li gelek jinan hate birîn.”
Bithana Abdu da zanîn ku armanca van polîtîkayan tepisandina şoreşa jinê ya bi dirûşemeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li Rojhilatê Kurdistanê destpêkirî û piştre belavî tevahî Îranê bûye û wiha got: “Ev dirûşim sembola azadî û hêza jinê ye û di heman demê de li dijî rejîma otorîter bûye sembol.” Bithana Abdu rexne li civaka nevnetewî kir ku ji ber li dijî binpêkirinên li beramberî jinan bêdeng mane û destnîşan kir ku tevî ku rewşa gelek girtiyan ya tendirûstiyê xira dibe jî saziyên navnetewî mudaxele nakin.
‘Em ê têbikoşin’
Bithana Abdu, bal kişan ser piştevaniya ku dane kampanaya îmzayan ya ku di 12’ê cotmehê de tevgera jinan daye destpêkirin û wiha domand: “Ev kampanya perçeyek ji protestoyên li dijî cezayên darvekirinê bû. Tevgerên jinan, li dijî cezayê darvekrinê yên ku rejîma Îranê li jinên weke Şerîfe Muhamedî û Pexşan Ezîzî birî, di mijara hîşyarîkirina raya giştî de rolek giring lîst. Emê hertim ji bo van parêzvanên mafê jinan têkoşînê berdewam bikin. Heta em dengê wan nedin bihîstin em ê têkoşînê bidomînin.”
‘Divê rêxistinên mafê mirovan erkê xwe bi cih bînin’
Bithana Abdu bang li hemû jinan kir bi îradeyek bi hêz berxwedanê bidomînin û ev tişt got: “Îran bi darizaninên kêfî, nikare ziyanê bide îradeya jinan. Em weke jinê Bakûr û Rojhilatê Sûriye, bi jinên li welatên cûda, têkoşîna hevpar bi hêz bikin, wek jinên azad ku li dijî darazên zîhnyeta mêr serî ne tewandî, divê em bibin yek. Ji bo pêkanîna edaletê û hemû jinên li girtîgehên Îranê werin berdan, ji bo em dengê xwe û daxwazên xwe bigihînin raya giştî bi yek dengî em têkoşînê bikin.”
Bithana Abdu herî dawî bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirovan kir ku erkê xwe bi cih bînin û li dijî sûcên binpêkirinên mafan li dijî jinan ji aliyê hikumeta Îranê ve seknek cidî nîşan bidin û got: “Ji bo xirakirina biryarên li dijî girtin û darvekirinê û ji bo pêkanîna edaletê, pêwîstî bi têkoşînek hevpar û mudaxeleyek bi lez heye.”