Li dijî binpêkirina mafên girtiyan meclisa jina azad a Şehabyê daxuyanî da

Meclisa Jina Azad a Şehbayê li dijî binpêkirina mafên girtiyan di zindanên dewleta tirk a dagirker de daxuyanî da.

Şehba- Li dijî binpêkirinên mafên girtiyên di zindanên dewleta tirk a dagirker û girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Meclisa Jina Azad a kantona Şehbayê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî li navçeya Ekrezê ya kantona Şehbayê bi tevlibûna endamên meclisên herêmê hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Kongreya Star, Meclisa Jina Azad a Şehbayê, di heman demê de pankartên bi nivîsên “Dem dema azdiyê ye”, “Bibin dengê zindanan” hatin hildan.
“Berxwedana li zindanên Tirkiyeyê hêviyek mezin dide me”
Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Jina Azad a Şehbayê Naziliyê Elî ve hat xwendin. Naziliyê di destpêkê de wiha got: “Hêzên desthilatdar her dem dixwazin temenê krîza ku Rojhilata Navîn û cîhan tê re derbas dibe dirêjtir bikin ji bo ku karibin armanc û polîtîkayên xwe yên qirêj pêk bînin. Li dijî rêveber û kesên azadîxwaz şer û pevçûnan pêk tînin. Di heman demê de li ser Rêber Apo û girtiyên di zindanên dewleta tirk a faşîst de tecrîdeke tund ferz dikin, her wiha maf û hiqûqa girtiyan binpê dikin. Ev polîtîka ji aliyê sîstema dewleta tirk a dagirker ve tê kirin. Dixwazin bi riya tecrîdê û binpêkirina mafên girtiyên me îrade û hebûna civakê biçewisînin. Her dem hêviya faşîstan ew e ku komploya li ser Rêber Apo berdewam bikin û wî ji gel û civakê bidin qutkirin. Li aliyek din jî ji ber dewleta tirk a dagirker ketiye nava aloziyek aborî êrîşî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û li ser sivîlên herêmê êrîş û qetîlaman pêk tîne ev jî lawaziya dewleta tirk û hevkarên wî derdixe holê. Rêber Apo û berxwedana girtiyan a di zindanên faşîst de hêviyek mezin li gel me dide avakirin û em jî ji wê berxwedanê hêzê digrin.”
“Divê ku rêxistinên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî helwestên xwe diyar bikin”
Di dawiya daxuyaniyê de Naziliyê bang li rêxistinan kir û ev tişt anî ziman: “Em wek xelkê kantona Şehbayê ku fikir û felsefeya Rêber Apo ya azadî û rûmetê nas kiriye dibêjin ku dem dema hesabxwestina ji hêzên terorê ye. Em polîtîkayên dewletên dagirker tu carî qebûl nakin û li ser xeta berxwedanê tekoşînê mezin dikin. Li ser vê esasê em hemû binpêkirinên ji komkujî, tunekirin û tecrîda li ser Rêber Apo û girtiyên me yên di zindanên faşîst de pêk tên, şermezar dikin. Em ji rêxistinên mirovî, hiqûqî û navneteweyî daxwaz dikin ku demildest bikevin nava liv û tevgerê û li dijî binpêkirinên mafên gelê berxwedêr komîteya li dijî îşkenceyê erka xwe pêk bîne.”
Daxuyanî bi diruşmeya”Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.