Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek: Rojnamegerî ne sûc e

Gelek rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî, parlamenter, rêxistinên civakî yên sivîl û rojnameger, li dijî binçavkirinên xebatkarên Çapemeniya Azad li ser medyaya dijîtal bertek hatin nîşandan.

Navenda Nûçeyan- Gelek rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî, parlamenter, rêxistinên civakî yên sivîl û rojnameger li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal bertek nîşanî operasyonên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad ên Enqere û Stenbolê û serdagirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê yên li Belçîkayê dan.

Bertekên ser hesaba X’ê hatine nîşandan wiha ne:

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD): Rojnamegerî sûc nîne. Divê ev operasyonên li dijî azadiya çapemeniyê û mafê agahîstendinê ya gel were dawîkirin, rojnameger demildest werin berdan, astengiyên li pêşiya studyoyan werin rakirin.

Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir: Desthilata Erdogan-Bahçelî ya têkçûna 31’ê Adarê ranegirtiye, ji bo emrê xwe yê siyasî dirêj bike dîsa çareseriyê êrişên li dijî gelê kurd de dibîne. Yekemîn, êrişî li çapameniya azad dike. Sekna Belçîkayê jî nêzîkatiya Ewropayê ya li hember daxwaza azadiya gelê kurd nîşan dide.  Demokrasiya Ewropayê ji nîqaşkirinê re vekirî ye û divê her tim were rapirsînkirin.”

‘Rojnamegerî ne sûc e’

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît: Piştî ku duh me têkoşîna kedkarên çapemeniya azad piroz kir, îro bi operasyonekî li dijî xebatkarên çapemeniya azad, 8 rojnameger hatin binçavkirin. Bi heman awayî polîsên Belçîkayê bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê girtin û bi awayekî derveyî hiqûqê gefa binçavkirinê li wan xwarin, alavên teknîkî û hin belgeyan desteser kirin. Rojnamegerî ne sûc e, Ev êriş li dijî çapameniya azad û mafê agahîstendinê ya gel e. Divê demildest rojnameger werin berdan, û astengiyên li pêşiya studyoyan werin rakirin.

‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin!’

ESP: Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê girtin. Di heman demê de li Enqereyê û Stenbolê 7 rojnameger hatin girtin. Ev êrişên li dijî çapemeniya azad, perçeyekî êrişên rejîma faşîst a li dijî gelê me yê Kurd e. Kevneşopiya çapemeniya azad a dagirkerî, mêtingeriyê û polîtîkayên şerê taybet tîne ziman, rûmeta me ye. Hêza we dê têrî girtina kanalên nûçeyan ên çav, guh û dengê gelê kurd in, nake. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin!

Kirkyama/Temînata Ji bo Jinan: Di serdagirtinên li Enqere û Stenbolê de rojnamegerên xebatkarên @Maturkce û @yeniyasamgazete hatin binçavkirin. Bila demildest rojnamegerên hatine girtin werin berdin! Çapemeniya azad nayê bêdengkirin!

Fehîm Işik: Dê ev êriş kedkarên Çapemeniya Azad neçewisîne!

Murat Mihçi: Dîsa hewl didin Çapemeniya Azad asteng bikin. Ji kedkarên çapmeniyê re azadî.

‘Bila rojnameger demildest werin berdan’

Parastina Jinê: Îro di serdagirtinên malan de xebatkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin. Di nava wan de rojnamegerên jin ên her tim li cem me disekinin jî hene. Em dixwazin demildest werin berdan. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin!

Ciwantiya Azadîxwaz: Di serdagirtinên li Stenbol û Enqereyê de gelek hevalên me yên kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin! Bila kedkarên çapemeniyê demildest werin berdan.

SODAP: Di serdagirtinên li Enqere û Stenbolê de rojnamegerên xebatkarên @Maturkce û @yeniyasamgazete hatin binçavkirin. Faşîzma qesrê bi gumana serê rastiyan bigire, êriş li kedkarên çapemeniyê dike. Kevneşopiya çapemeniya azad li dijî her êrişan heya îro nivîsand û dê niha jî berdewam bike!

Hûn ê nikarin dengê heqîqetê bêdeng bikin’

SKM: Dema serê sibê bi ser studyoyên Medya Haberê û Stêrk TV’ê yên li Belçîkayê dihate girtin, li Enqere û Stenbolê rojnamegerên xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê hatin binçavkirin. Dixwazin dengê êrişên ser gelê kurd kut bikin. Dixwazin çapemeniya azad bi binçavkirin û girtinan bêdeng bikin. Em li cem kedkarên çapemeniya azad ên bêdeng nabin û nayên bêdengkirin in. Hûn ê nikarin dengê heqîqetê bêdeng bikin.

‘Demildest dest ji tacîza xwe ya sîstematîk a li dijî kedkarên çapemeniya azad berdin’

Komeleya Jinan a Rosayê: Demildest dest ji tacîza xwe ya sîstematîk a darazê ya li dijî kedkarên çapemeniya azad ên di serdagirtinên li Stenbol û Enqereyê hatine binçavkirin, berdin!