Li Dihokê jinek hat kuştin
Li Dihokê jinek ji aliyê hevjinê xwe ve bi guleyê hat kuştin.
Navenda Nûçeyan - Şeva borî li Şaredeya girêdayî Şêladizê ya ser bi sînorê parêzgeha Dihokê ye, jina bi navê Sitî Ebdiyusuf ji aliyê hevjinê xwe ve bi guleyê hate kuştin. Pîştre jî diyar bû ku di dema hevjînê wê çeka xwe paqij dikir de, gule ji çeka wî derket raste rast bi hevjîna wî ket û di cih de jina bi navê Sitî jiyana xwe ji dest da.
Ji destpêka sala 2021’an ve weke gelek deveran kuştin xwekuştina jinan li herêma Başûrê Kurdistanê jî zêde bûye. Heta niha 9 kes li parzêgeha Dihokê xwe kuştin e û jinek jî ji aliyê hevjinê xwe ve hatiye kuştin.