Li dibistanên Endonezyayê qedexeya hîcebê
Hikûmeta Endenûsya zagona qedexikirna Hîceba zarokên keç li giştî dibistnên welatê xwe raghihand.
Navenda Nûçeyan - Hikumeta Endûnisya li giştî dibistanên welatê xwe peyama qedexeya hîcabê belav kir. Dema ku li navçeya Badenj a Sumetre a El-Xerbî xwendekarek Mesihî neçar ma xwe li gorî cil û bergên îslamî bipêçe hewcehî bi rakirina hîcabê li dibistanan hat dîtin.
Piştî derketina vê zagonê Wezîrê Perwerde û Çandê yê Endonezyayê Nadim Makarem got: “Dibistanên ku vê zagonê pêk neynin wê bin cezakirin. Hewceye kes bi xwe biriyara xwe bide hîcabê girêbide yan na, ne li ser bê ferzkirin.”