Li Dersimê ji 5 jinên hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin

Li Dêrsimê di serdegirtinên malan de ji 5 jinên hatin binçavkirin, 2 jê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Qisle ya Dêrsimê û navenda wê di 22’yê nîsanê de bi ser malan de hate girtin, Makbûle Nakiş, Emîne Surgeç, Eylem Surgeç, Torun Dilsiz ya 71 salî û keça wê  Ozlem Dilsiz hatin binçakirin, piştî karûbarên wan ên li midûriyeta polîsan bi dawî bûn sewqî edliyeyê hatin kirin.

Ji jinên ji aliyê dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 3 kes piştî îfadeyên li dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Emîne Surgeç û Eylem Surgeç bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” hatin girtin.