Li Derneyê xebatên rizgarkirinê hêdî pêşve diçin

Di karesata ku di encama bahoza Danîel û hilweşîna du bendavên Lîbyayê de pêk hat de hejmara miriyan wek 11 hezar û 300 kes hat ragihandin. WHO der barê li bajarê ku xebatên rizgarkirinê hêdî pêşve diçin hişyarî da.

Navenda Nûçeyan- Li Lîbyayê di dawiya hefteya borî de lehiya ku di encama barîna barana zêde û hilweşîna 2 bendavan de li bajarê Derneyê bû sedema karesateke mezin.

Dîmenên ku bajar di encama hilweşîna bendavan de di bin avê de maye derketin holê. Demên ku ava lehiyê bi rastî bajar daqurtand di kamerayê de hat kişandin. Di dema karesata lehiyê de ku herî dawî 11 hezar û 300 windahiyên jiyana xwe ji dest dane, dest bi veşartina cenazeyan di gorên komî de kirin.

'Cenazeyan bi komî defin nekin'

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser herêmê, herî kêm hezar kes di gorên komî de hatin definkirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û gelek saziyên alîkariyê yên navneteweyî bang li rayedarên Lîbyayê kirin ku cenazeyan bi girseyî defin nekin. WHO di daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane li goristanên ku nasnameyên wan lê hatine tomarkirin bên definkirin.

Xebat hêdî pêşve diçin

Li Derneyê bi sedan cenaze di behrê de hatin kaşkirin, tê texmînkirin ku gelek kes di bin bermahiyê de mane. Rêxistinên sivîl ên navneteweyî jî beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li bajêr dibin, ku xebatên rakirina xirbeyan berdewam in. Hat diyarkirin ku li bajarê ku ji ber hilweşîna binesaziya bi temamî ceyran û ava paqij tune ye xebatên alîkariyê hêdî pêşde diçin. 

Hat ragihandin ku li Derne 10 hezar û 100 kes jî winda ne.