Li Dêrîmê DEM Partî bi ser ket

Li Dêrsima ku yek ji bajarên herî zêde encamên hilbijartinên herêmî dihate mereqkirin, DEM Partiya ku tifaqa hêzên çep-sosyalîst û şoreşger ava kir, bi ser ket.

Navenda Nûçeyan – Navenda Dêrsima ku di hilbijartinên herêmî de yek ji bajarên herî zêde encamên wê dihate mereqkirin û navçeyên wê encam teqez bûn. Tifaqa hêzên şoreşger û çep-sosyalîst ên di bin banê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê de bûn yek, li 5 navçeyan û bajarokek û navenda bajêr bi namzetên hevpar ketin hilbijartinê. Li gorî encaman li Dêrsimê namzetên DEM Partiyê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak bi 6 hezar û 453 dengan hatin hilbijartin. CHP’a bûye duyemîn jî 5 hezar û 262 deng wergirtin. 

Di hilbijartinên herêmî yên di 2019’an de li Dêrsima ku 22 hezar û 608 deng lê hatin bikaranîn namzetê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) Fatîh Mehmet Maçoglû bi 5 hezar û 887’an ji sedî 32,77’an weke şaredar hatibû hilbijartin. Di heman hilbijartinê de namzeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûrşat Yeşîl jî 5 hezar û 69 deng wergirtibû bi rêjeya ji sedî 28,21 bûbû duyemîn. Li gorî vê tê dîtin ku rêjeya deng a DEM Partiyê bi Tifaqa Dêrsimê kete hilbijartinê li navenda bajêr û navçeyan gelek zêde bûye. 

Li navçeyên Dêrsimê jî encamên hilbijartinê wiha ne: 

Pulur 

Namzetê CHP’ê Mûstafa Sarigul bi 688 dengan hilbijartin qezenc kir, Tifaqa Ovacikê ku DEM Partî di nav de ye bi 628 dengan di rêza duyemîn de cih girt. AKP’ê jî 592 deng wergirt.  

Xozat

Li Xozatê namzetê Partiya Çepê Aydin Kaya bi 476 dengan şaredariya xwe ya ewil bi dest xist. CHP’ê 451 û Tifaqa Xozetê ku DEM Partî di nav de ye 422 deng wergirt. AKP’ê jî 406 deng wergirt.  

Pêrtag

Li Pêrtagê jî namzetê AKP’ê Recaî Vûral bi hezar û 514 dengan bû yekemîn. Tifaqa Pêrtagê ku DEM Partî jî di nav de ye hezar û 256 deng û CHP’ê jî hezar û 5 deng wergirt. 

Mazgêrt

Li Mazgêrta ku namzetê CHP’ê 401 dengan bi dest xist Tifaqa Mazgêrtê ya DEM Partî jî di nav de ye 280 deng wergirt. 

Qisle

Li Qisleyê jî namzetê CHP’ê Alî Emrah Tekîn bi 510 dengan hate hilbijartin. AKP’ê 160 deng û DEM Partiyê jî 33 deng wergirtin.  

Pilemûriye

Namzetê CHP’ê Muslum Tosûn bi 505 dengan hilbijartin qezenc kir û AKP’ê karî 207 dengan bigire.  

Perî

Li Şaredariya Periyê ku tifaqê namzet nîşan dabû namzetê CHP’ê Zeynel Yildirim bi 461 dengan qezenc kir. Li bajaroka ku AKP’ê 449 deng wergirt, DEM Partiyê 276 deng wergirtin. Di hilbijartinên 2019’an de namzetê HDP’ê Orhan Çelebî bi 475 dengan bi rêjeya 35,90 weke şaredar hatibû hilbijartin û pişt re qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin.