Li Dêrîk û Şehba Zehra, Hebûn û dayika Emîne hatin bîr anîn
Îşev li Dêrîk û Şehbayê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî hatin bîr anîn.
Şehba/Qamişlo – 23'yê Hezîranê dewleta tirk êrîşî gundê Helincê ya Kantona Kobanê kir û di encamê de Koordînasyona Kongreya Star a Firatê Zehra Berkel, Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Şehadeta her sê jinên pêşeng li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bîr anîn. Îşev jî li bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişlo û li Şehbayê her sê jinên pêşeng hatin bîr anîn.
Şêniyên Herêma Cizîrê Zehra, Hebûn û dayika Emîne bi bîr anîn
Îro bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî ji aliyê welatiyên herêma Cizîrê ve li bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantoya Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bîr anîn. Merasîma bîr anînê li goristana şehîdan a Şehîd Xebat Derîk hate li dar xistin. Her wiha cihê bîranînê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û her sê jinên pêşeng hatibû xemilandin. Gelek kes ji bajarê Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrîk, Amûdê, Dirbesiyê, Til Temir, her wiha endam û Rêveberên Rêxistina Kongreya Star beşdarî merasîmê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir.
"Berxwedaniya gel û jinan li hemberî kiryarên dewleta tirk"
Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed her sê jinên pêşeng bi bîr anî û got: "Bi ruhê Zehra, Leyla, Hebûn, Sema û Zîlanan em tevahî cangoriyên azadiyê bi bîr tînin. Di 25'ê Hezîrana 2015'an de dewleta tirk carek din bi êrîşek hovane li Kobanê pêk anîn û bi sedan gelê Kobanê jiyana xwe ji dest dan. Par jî di di 23'yê Hezîranê de cardin bi balafirên keşfê êrîşî gundê Helincê kir û di encamê de her sê hevalên me yên têkoşer bi komployekê şehîd ketin. Em di şexsê wan de careke din tevahî cangoriyan bi bîr tînin û soza şopandina riya wan nû dikin û em ê xwedî li xeta hevalên xwe derkevin. Her wiha îro em bi banga "Ji dagirkerî û êrîşên dewleta tirk re na" dibêjin. Êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salane tê meşandin, gelê me li hember van êrîşan berxwedaniya herî mezin raber kirin û bi pêşengtiya jinê şoreşa me pêk hat. Her wiha me dikarî bi pêşengtiya jinê terora DAIŞ'ê bi dawî bikin. Bi têk birina DAIŞ'ê dewleta tirk xwest tola wan bi qetîlkirina jinên pêşeng bigire, lê berxwedana gel û jinan li hember kiryarên wan bi hêztir bû. "
"Vîna jinan ji dagirkeriyê xurtire"
Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo Rêvan Mihemed jî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û wiha dirêjî da gotina xwe: "Her kes dizane ev meh mehekî pîroz a şehîdan e. Ev meh bi di 17'ê Hezîranê de bi qehremantiya Sema Yûce destpêkir û bi çalakiya fedayiyane ya Zîlan dewam kir. Dewleta tirk bi êrîşek mezin di 23'yê Hezîranê de her sê jinên pêşeng şehîd xist û xwest bi riya vê êrîşî îradeya jinan bişkînin, lê belê berovayî hêrs, kîn û vîna me li beramber dagirkeran xurtir dibe. Em îro bi kombûyina xwe yekîtiya jinan nîşanî tevahî cîhanê dikin. Her wiha em bi yek helwestî li hember kiryarên dewleta tirk disekinin."
"Tu kes nikare şoreşa me têk bibe"
Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Hêvîn Seyîd jî her sê jinên pêşeng bi bîr anî û wiha pê de çû: "Em her sê jinên têkoşer bi bîr tînin û em dibêjin dewleta tirk nikare bi tang û topên xwe îradeya jinên azad bişkîne. Em wek gel û hemû pêkhateyên ku li vê herêmê dijîn xwedî armancin û em ê xwedî li axa xwe derkevin. Bi qetîlkirina Zehra, Hebûn û dayika Emîne xwestin derbeyek li rêxistinbûna jinê bidin, lê bila dewleta tirk jî baş bizanibe em tucaran tune nabin û tu kes nikare şoreşa me têk bibe. Dewleta tirk di êrîşên xwe de jinên pêşeng dike armanc, par îro Zehra, Hebûn û dayika Emîne bû, beriya çend rojan jî Denîz Poyraz bû. Em ê herdem pê xeyalên şehîdên xwe bin û em wek malbatên şehîdan em ê destkeftiyên xwe biparêzin."
Piştî axaftinan Kombûna Zenûbiya ya herêma Dêrezorê wêneyên têkoşerên jin ên di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane, radestî Meclîsa Malbatên şehîdan ên Kantona Qamişlo kirin.
Herî dawî jî kesên ku beşdarî merasîmê bûne serdanê goristana têkoşeran kirin.
Kongreya Star a Efrînê 1'emîn salvegera komkujiya Helincê bi bîr anî
Bi hatina salvegera 1'emîn a komkujiya Helincê ya kantona Kobanê Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê ku di 23'ê Hezîrana 2020'an de li ser destê dewleta tirk a dagirker pêk hatiye, Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê meşek li dar xist û komujiya ku pêk hatiye şermezarkir. Rêxistina Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev roj wek "Roja Tekoşîna li dijî qirkirina nasnameya siyasî ya jinê" pênase kir. Di meşê de sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehba amade bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên komkujiya Helincê, Berxwedana Serdemê û Ş. Zîlan hatin hildan. Gel bi hêrsekê şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û kiryarên dewleta tirk şermezar kirin. Meş li ser rêya gundê Til Qirahê heya wargeha Serdem a navçeya Ehdas a Kantona Şehba dewam kir.
"Tekoşîna jina azad dê pîlanên qirkirinê vala derbixe"
Endama Kongreya Star a herêma Efrînê Wahîde Xelîl komkujiya Helincê ya ku bi destê dewleta tirk pêk hatiye şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Em tevahî şehîdên azadîxwaz di şexsên şehîdên komkujiya Helincê de bi bîr tînin. Em komkujiya ku jinên tekoşer hedef digire bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk a dagirker jinên tekoşer û qehreman dike hedefa xwe ev jî ji siyaseta qirkirinê tê. Ev ne komkujiya yekemîn û ne jî ya dawiye ku jinên pêşeng dibin armanc. Jiyana gelê Kurd bi berxwedanî tê naskirin em ê jî tu carî dev ji berxwedan û nasnameya xwe bernedin. Di dîrokê de heya niha her dewleta tirk û pergalên desthiladar bi rêya pêk anîna komkujiyan hewil dane dengê azadî û tevgerên serhildanê tune bikin, lê bi saya tekoşîna ku di sedsalên me yê niha de jin di her deverê de didin meşandin karîbûn hemû pîlanên qirkirinê vala derbixînin. Berxwedana jina azad wê bibe bersiv ji êrîş û komkujiyên dagirkeriyê re."
Meş bi dirûşmên"Jin jiyan azadî" û"Bimire îxanet" bi dawî bû.