Li Dêrazorê û Amûdê 4 zarokên avjenî dikirin jiyana xwe ji dest dan

Di 24 seatan de li Dêrazor û Amûdê 4 zarokên ku avjenî dikirin jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li Dêrazorê 2 zarok dema di çemê Firatê de avjenî dikir xeniqîne. Hat zanîn ku navên zarokên ku di çem de xeniqîne Taha Nayîf (10) û Ayat El Salim (11) in.

Li gundê Kerama yê navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê jî duh 2 zarokan dema avjenî dikir, xeniqîn. Her du zarokên ji gundê Behîra yê heman navçeyê ku di korteke tije av de avjenî dikir, jiyana xwe ji dest da.