Li Dêrazorê jin bi projeyên nû bihêztir dibin

Jinên ji Dêrazorê bi komîteya aborî re projeyên nû ava dikin û hewl didin jin bêtir bihêz bibin, di qada civakî û aborî de hê bêtir xwedî derfetan bin.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Jinên Kantona Dêra Zorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi avakirina sîstemên xwe têdikoşin ku di hemû qadên jiyanê de cih bigirin. Komîteya Aborî ya Kombûna Jinan a Zenûbyayê ji bo bihêzkirina jinan, afirandina derfetên kar û pêşxistina aboriya komînal a jinan xebatên xwe didomîne.

Yek ji rêveberên komîteyê Haneh Seîd jî diyar kir ku di dema amadekirina projeyê de wan pêwîstî û nêrînên jinan li ber çavan girtin û bi lidarxistina civînên birêkûpêk bi komînên jinan re diyar kirin.

Projeyên jinan

Di 10’ê Tîrmeha 2022’an de Komîteya Aboriya Jinê ya girêdayî Meclîsa Jinê ya Zenûbya hate avakirin. Yek ji rêveberên komîteyê Haneh Seîd diyar kir ku armanca wan a sereke peydakirina derfetên kar ji bo jinan û bihêzkirina wan di warê aborî de ye û wiha got: “Ji jinan re 2 dikanên cilûbergan hatin vekirin û bi van projeyan derfetên kar ji bo 2 jinan hatin avakirin. Her wiha li bajarê El-Kesrayê nanpêjxaneyeke bi 5 jinan hate vekirin. Komîteyê bi armanca çandina 300 daran projeyek baxçe da destpêkirin. Armanca vê projeyê ew e ku jin xwerêveberiyê pêk bîne. Her wiha kargehek ji aliyê jinan ve hat vekirin. Van projeyan kapasîteya komîteyê ji bo vekirina projeyên nû zêde kir.”

Hene Seîd diyar kir ku niha komîte armanc dike ku li qadeke 120 dekarî genim biçîne û got ku armanca wan ew e ku bi vê projeyê ewlehiya xwarinê zêde bikin û derfetên nû ji jinan re peyda bikin. Hene Seîd her wiha got: “Li gel van hemû projeyan, atolyeya ku perwerdeya terzîtiyê dide jinan jî hat vekirin. Ev atolye dê bibe alîkar ku jin bibin xwedî pîşe û bibin xwedî derfetên nû yên kar."

'Komîteyê derfetên kar ji jinan re peyda dike'

Haneh Seîd destnîşan kir ku di hilbijartina projeyan de pêwîstî û nêrînên jinan roleke girîng dileyzin û diyar kir ku bi hevdîtinên bi komînên jinan re bi awayekî asayî nêrîn û pêşniyar tên wergirtin. Hene Seîd wiha got: “Tevî ku piştgirî û îmkan kêm bûn jî, komîte ji bo jinan di peydakirina derfetên kar de serkeftî bû.”

Haneh Seîd da zanîn ku destkeftiyên komîteyê ji bo avakirina civakeke wekhevtir pêngaveke girîng e û got, "Projeyên ku ji bo xurtkirina jinan tên meşandin û berfirehkirina wan, wê paşerojê ji bo jinên Dêrezorê misoger bike."

Jîngehek civakî û aborî ya baştir ji bo her kesî

Haneh Seîd got: “Komîte hewldanên xwe yê berfirehkirina xebatan, xwe gihandina hê zêdetir jinan û girtina nêrînên jinan, wan beşdarkirina pêvajoyên biryargirtinê didomîne.” Haneh Seîd anî ziman ku projeyê re ne tenê dê jin li ser lingên xwe bin di heman demê de wê ji bo her kesî jîngehek civakî û aborî ya baştir jî ava bike.

Haneh Seîd bi berdewamî got: “Her ku xebatên me dewam bike em jê bawer dikin ku li Dêrazorê ji bo her jin bigihe hedef û xeyalên xwe wê derfetên kar bê avakirin.”