li Dêrazorê bi daxwiyaniyekê êrîşên Dewleta tirk hate şermezarkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê pinpêkirina dewleta tirk ên li Bakûr û Rojhelatê Sûriyê bi daxwiyaniyekê Şermezarkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê pinpêkirina dewleta tirk ên li Bakûr û Rojhelatê Sûriyê  bi daxwiyaniyekê Şermezarkirin. 
Dêrazor- Meclisa Malbatên Şehîdan ya gundewarê rojhelatê Dêrezorê li Bakûr û Rojhelatê Sûriyê , êrîşên tirk û hedefgirtina sivîlan Şermezarkirin û daxwaz ji civaka navdwletî kir ku helwesteke zelal li hemberî vê yekê nîşan bide û tekez kir ku ew amadene ji bo fedekariyên zêdetir ku rê li pêşiya dewleta tirk a bi çavnebariya dagirkirina herêmê bigire . 
Di daxuyaniya mecilisa malbatên Şehîdan de wiha hate gotin: "Dagirkeriya Tirk hewl dide herêmên berfireh ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, ewlehiya herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li dijî berjewendiyê dewleta tirkin ji bedr vê yekê êrîşan pêk tîne." 
Daxuyaniyê bal kişand serêrişên dubare yên li ser herêmê û da diyarkirin: “Ew deverên ku dewleta tirk nikarîbû dagir bike topên wî gihiştênê û tiştê ku topên wî negihiştin, ajanên wî bi hewldanên hovane  gihîştin da ku ewlehî û aramiya herêmê tevlîhev. Herêma kobanê pir caran dibe armanca dagirkera tirk di her carê de jî sivîl têne hedefgirtin." 
Daxwiyaniyê destnîşan kir ku ev êrîş bi giştî têne kirin bêyî ku tu kes bertek nîşan bide, tu wijdan, ol û hetanî welatên ku guh didin mafên mirovan tu helwest raber nekirin û bertek qet nîşan nedan.
Di dawiya daxuyaniyê tekezî  li ser hevgirtina kobanê û hemû xakên Sûriyê hate kirin û wiha hate got :" Em ne razîbûna xwe li hemberî êrîşên dewleta tirk û siyaseta wê ya xerabkirina welat radighînin .