Li Dêrazorê 13 kes hatin qetilkirin

Li Dêrazorê hêzên Şamê û çeteyên Dîfa El Wetanî girêdayî ên girêdayî wî, 13 kesên ku di navbera wan de zarok jî hebûn qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetanî yên girêdawî wî, êrişên li ser kantona Dêrazorê berdewam dikin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên QSD’ê hatine girtin; komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê di saetên şevê 02.30 de gundên El-Dehla, Cedîde Begara yên li rojhilatê Dêrazorê bi obusan hedef girtin.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrişa li ser gundê Cedîde de, 9 kesên ku zarok jî di navbera wan de bûn, di êrişa li ser gundê El-Dehla de jî 4 welatî hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Navê kesên li gundê El-Dehla jiyana xwe ji dest dan wiha ne:

Mariya Yasîn El-Zeer 12, Istebreq Yasîn El-Zeer 5, Nadîn Selîc El-Ibêd 22, bavê wan Yasir Yasîn El-Zeer 37.

Navê kesên birîndar bûne jî wiha ye:

Îlaf Yasir El-Zeer sal û nîv e temenê wî rakirin nexweşxaneya Hesekê. Rexed Mihemed El-Zeer 17 û  kurapê wî Şam Beşar El-Zeer 4 mehî ye wî rakirin nexweşxaneya Cidêdid Begara.