Li daristanên Merîwanê şewat: Heta niha 7 kes birîndar bûn

Daristanên Merîwanê çend roj in dişewite û tevî daxwaza bilez a alîkariyê ya çalakvanên jîngehê jî gelê herêmê hewl didin şewatê bivemirînin û heta niha 7 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Şewata ku roja 19’ê Tîrmehê di saetên nîvro de li daristanên gundê “Kolkê Jan” a bajarê Merîwanê dest pê kir, di demek kurt de daristanên gundên Pileh, Selsî û Kanî Mîran jî di nav de belavê gundên derdor bû.

Heta niha li vê herêmê (Behrehreşe) bi sedan daristanên hekdar şewitî û tevî daxwaza alîkariya lezgîn a çalakvan û rayedaran jî agir heta niha neket di bin kontrolê de.

Piştî zêdetirî 24 demjimêran derbas bû, rayedaran şeva 20’ê Tîrmehê ragihandin ku, helîkopterên avrêjê ji bo bikaranîna kapasîteya xwe ya ji hewayê vemirandina agir ji Tahranê derketin û ber bi bajarê Merîwanê ve rê ket. Di vê navberê de gelê herêmê bi şev û roj li cihê qezayê ne û hewl didin şewate bixin bin kontrola xwe.

Her sal daristanên herêmên Merîwanê bi plankirî didin ber agir û ev yek jî di hinek rewşan de ji aliyê kesên qezancan ji bo berjewendiyên şexsî û di piraniya rewşan de bi plankirî û ji aliyê hikûmetê ve bi sedemên siyasî tên kirin.

Lê ji ber li vê herêmê bi berdewamî dûbarebûna şewatan, di bin siya birêveberiya nebaş a desthilatdaran de nebûna tesîsên guncav ji bo vemirandina agiran û xemsariya hikûmetê ya ji bo vê herêmê, gelê herêmê her sal bi sedema hewildana vemirandina şewatên vê deverê, jiyana xwe ji dest didin û bi giranî birîndar dibin.