Li daristana Başûrê Meksîkayê bajarê Maya yê winda hat dîtin
Li daristana Başûrê Meksîkayê bajarê Maya yê winda hat dîtin.
Navenda Nûçeyan – Arkeologên li Meksîkayê, di kûrahiya daristana başûrê Campecheyê de bajarekî Maya yê winda yê jê re dibêjin “Valeriana” keşif kirin. Bajarê ku li qadeke berfireh e xwedî îhtîşamên mîmarî û binesaziya çandiniyê ye. Qadên arkeolojîk ên Valeriana, ji bo nexşerêbûnê û analîzê ku bi bikaranîna lazeran (Tesbîta ronahiyê û diyarkirina menzîlê) dikir, bi tesadufê bajar keşf kir.
Li gorî nûçeya Reutersê, ev cihê ku tê texmînkirin cihê bajarekî winda ye, der barê niştecihên bajarê antîk Mayayê de agahiyên heyî di lêpirsînê re derbas dike.
Lîdar (Tesbîta ronahiyê û diyarkirina menzîlê) ku ji bo nexşeriya qadên arkeolojîk ên Valerianayê çêbike û analîz bike lazeran bi kar dianî, bi tesadufî bajar keşif kir.
Gelek cîwarên antîk hebûne
Lêkolîneran di xebata ku ji aliyê Cambridge University Press ve hat weşandin de gotin: "Daneyên Alianzayê, bi lêkolînên arkeolojîk ên li ser qadê yên li herêmê hatine tesbîtkirin, hema bibêje ji qadên bejahî yên vala heta herêmên bajar ên mezin nîşan didin ku cîwarên antîk gelek hebûne."
Her wiha ev hat gotin: "Keşfa Valeriana balê dikşîne ku di zeviyên nizim ên Mayayê de li herêmên ku hê nexşeya wan nehatiye çêkirin de di warê hebûn an jî tunebûna cîwarên mezin hê jî agahiyên me kêm."
Maya şaristaniyeke kevn e
Şaristaniya dema klasîk a Maya, hê di Meksîkaya roja me de li qada ku Belîze, El Salvador, Guatemala û Hondurasê digre nava xwe de Beriya Mîladê di navbera salên 250 û 900’an de hukum kiriye.
Di analîzkirina qada arkeolojîk de, zêdebûna cihên cîwarbûnê serê kîlometrekareyê 55,3 hat tesbîtkirin. Lêkolîneran bi giştî 6.764 avahiyan diyar kirin, bal kişandin ser hebûna bajarekî şêniyên wê zêde yê antîk.
Lêkolîner, dê taybetmendiyên arkeolojîk ên di seta daneyan de bi awayê hûr û kûr analîz bikin û li ser qadê wan analîzan îsbat bikin. Ev keşif ji bo famkirina modelên cîwarbûnê yê bajarê antîk Maya dê bibe gaveke nû.