Li Curnê Reşê gel li dijî hewildanên xespkirinê meşiyan

Bi sedan kesên ku li Curnê Reşê li dijî betalkirina hilbijartinê ya meşiyan, li pêşiya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Hîlwanê carek din gotin, 'Ya serket îradeya gel e’.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Partiya Wekheviya û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ya Navçeya Curnê Reşê, li dijî biryara nûkirina hilbijartinên Curnê Reşê, ji pêşiya buroya hilbijartinê ya navçeyê heta pêşiya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Hîlwanê meşek li dar xistin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM'ê Halîde Turkoglu, parlamenterên DEM'ê Salîha Aydenîz, Vezîr Parlak, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Rihayê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

Girseya ku li ber buroya hilbijartinê li hev kombûn, bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan heta lijneya hilbijartinê meşiyan. Esnaf û welatiyên li derdor, bi çepikan piştgirî dan meşvanan. Dema bi sedan kes hatin pêşiya lijneya hilbijartinê ya navçeyê, dirûşmeyên "Diz AKP’ê hevkar YSKê" bilind bû.

'Ya serket îradeya gel û partiya me ye'

Parlamentera DEM Partî ya Merdînê Salîha Aydenîz a di daxuyaniya xwe de axivî, diyar kir ku îradeya gelê Kurd faşîzma AKP-MHP’ê rawestand û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê di tevahiya pêvajoyê de bi walî, qeymeqam, leşker û polîsan xebatên hilbijartinê pêk anî. Lê AKP’ê yê ku fêmkir di hilbijartinê de têk biçe, feraseta xwe yê qirêj ya li Curnê Reşê bi şewitandina sindoqan nîşan da. Ev yek hemû cîhan û raya giştî ya Tirkiye û Kurdistanê jî dît. Niha jî hewil dide bi rayedarên YSK'ê re hilbijartinê ser bixe. Di sala 2016’an de qeyûm tayîn dikirin, niha jî bi vî riyê hewl didin polîtîkaya qeyûman bimeşînin. Îradeya gelê Curnê Reş zelal e. Em ji vir bang dikin û dibêjin li dijî kesên ku bi awayekî çetewarî îradeya gel xespa dikin, îro roja naskirina îradeya Kurdan e. Bajara Wanê mînakek bû. Darbeya ku dihat xwestin li Wanê bên kirin, bi sekna gelê Kurd û bi hevgirtina gelên Tirkiyeyê re ji hikûmetê re gav paşde avêt. Ev hilbijartinê vê yekê nişanî me da, ya serket îradeya gel û partiya me ye. YSK’ê îro wek desthilatdariyê biryar dide. Em ê tax bi tax, gund bi gund bi gelê xwe re bicivin û di 2’ê Hezîranê de bersiva vê biryarê bidin.”

Daxuyanî, piştî meşê bi dawî bû.