Li Curnê Reş li dijî biryara dubarekirina hilbijartinê gel li ber YSK’ê kom bû

DEM Partî li dijî biryara dubarekirina hilbijartinê li Curnê Reş ku ji ber du sindoqên ji aliyê AKP’ê vê hatine şewitandin îtiraz kir. Bi hezaran kes ji bo encamên îtirêzê li ber Lijneya Hilbijartina bajar kom bûn.

Navenda Nûçeyan – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî 45 salan li navçeya Curnê Reş bi ser ket. Li ser îtiraza AKP’ê ji bo 15 sindoqan duh biryara ji nû ve lidarxistina hilbijartinê dan. DEM Partiyê ji bo biryarê îtîraz kir.

Şeva hilbijartinê pusulayên di sindoqên bi hejmar 1119 û 1120 AKP îtiraz kiribû, serokê niha ku biraziyê namzedê AKP’ê Alî Aslan Bayik Mustafa Bayik û di nav de xebatkarên şaredariyê hene komek 50 kesên AKP’î li Navenda Ciwanan û dora wê dabûn ber agir. Dîmenên wê kêliyê hatibûn qeydkirin weke hincet hat nîşandan. Lijneya Hilbijartina navçeyê, biryar da ku hilbijartina ku DEM Partiyê bi ferqa 521 dengan qezenc kiriye careke din di 2’ê Hezîranê de were dubarekirin. Partiyan li dijî biryarê li Lijneya Hilbijartina bajar îtiraz kir.

Bi hezaran kes li ber Lijneya Hilbijartinê kom bûn

Li ber Lijneya Hilbijartinê ya bajar a li navçeya Halîliye di saetên zû yên serê sibehê de bi sedan kes li hev kom bûn. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û parlamenterê Mersînê Alî Bozan, Hevşaredarên Curnê Reş Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş û hevşaredarên Dem Partiyê yên şaredariyên Bêrecûk, Pirsûs, Serêkaniye, Hewag, Xelfetî, Wêranşarê qezenc kirin. Palatfotma Demokrasiyê û Kedê ya Riha jî di nav de bi hezaran kes li ber Lijneya Hilbijartinê ya bajar kom bûn.

Gel dem de dirûşemên “Hîlvan a me ye, wê ya me bimîne”, “Abdullah Zeydan îradeya me ye” û “Gelê Kurd ranezê li îradeya xwe xwedî derkeve” berz kirin.