Li Colemêrgê polîsê tecawîzkar hewil dide ser bûyerê bigire
Polîsê li Midûriyetea Polîsan a Colemêrgê kar dike Enes T., tecawizî jina bi navê G.A.U ya li midûriyetê kar dikir, kir. Dixwazin cardin ser bûyerê bigirin. Li gel hemû hewildanên malbata jinikê jî muxatab nabîne.
COLEMÊRG - Polîsê li Şaxa Hêzên Çevîk a Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê peyvirdar Enes T., tecawizî jina karmend G.A.U. ku li midûriyeta polîsan kar dikir kir. Piştî G.A.U. serlêdana sûc kir, bûyer derket holê. Li gorî agahiyan polîs Enes T., di 26'ê Çile de bi hinceta dê “kahweyê vexwe" çû odeya G.A.U. û li wir tecawizîwê kir. G.A.U., roja dîtir serpêhatiyên xwe ji midûrê yekîneyê re got û piştre çû nexweşxaneyê. G.A.U., di 28'ê Çile de li Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê îfade da û li polîs Enes T. gilî kir. G.A.U, di îfadeyê de anî ziman ku piştî Enes T. tecawizî wê kir, xwest nevresîma ku xwîn lêketiye bişo. Lê wê destûr nedaye vê yekê. Min ji Enes re got 'Ji niha û şûnde ezê çî bikim. Ez li holê mam. Divê em bizewicin.' Enes jî got 'Pir deynê min heye. Ez zewacê nafikirim' û ji odeyê derket. Roja dîtir ez çûm odeya Enes T. û min daxwaza zewacê dîsa kir. Lê ji bo zewacê bersîvek erênî neda min."
Hewildidin bi zewicandinê ser bûyerê bigirin!
Piştî G.A.U gilî kir, li odeyê lêkolîn kirin û li odeyê şopa xwînê dîtin. Ji bo rapora muayineya “genital û bedena hundir" a G.A.U bistînin nivîs ji Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê re nivîsandin. Piştî G.A.U. bûyer ji mabatêre got, bavê wê Yusuf U., ji Dîlokê hat Colemêrgê. Xwest bi rayedarên Midûriyeta Polîsan re hevdîtin bike. Lê muxatab nedît. Piştre bavê Enes T. bi bavê G.A.U re ket diyalogê û ji Enqereyê hat Colemêrgê. Piştre biryar dan ku G.A.U û Enes T. bi hev re bizewicînin. Ji bo nîşanê di 11'ê sibatê re randevû stendin. Piştre G.A.U. ji bo ji doza xwe vegere daxwazname da midûriyeta polîsan û giliye xwe bi şûnde vekişand. Piştî G.A.U giliyê we bi şûnde vekişand, Enes T., jî biryara zewacê betal kir.
Li ser vê yekê bavê G.A.U., di 12'ê Sibatê de, der barê polîs Enes T. û bavê wî de serlêdana sûc kir. Hat fêrbûn ku tevi vê yekê polîs Enes T. hêj li ser kar e. G.A.U. anî ziman ku Enes T. gelek caran tecawizî wê kir û wiha got: "Piştî tecawîzî min kir çarşef rakir û çû serşokê ku çarşefê bişo. Lê min çarşefa xwe neda wî. Min ev yek ji bavê xwe re got. Ez çûm nexweşxaneyê. Li pî û milê min şop hebû. Malbatê hêz da min. Min dizanîbû ku miduruiyet dê ser vê bûyerê bigre. Heta niha der barê Enes T. de tu kar û bar nehatiye kirin. Ji ber vê bûyerê 2 caran min hewl da întihar bikim."
Bav Yusuf U. jî diyar kir ku piştî keça wî serpêhatiya xwe got ji Dîlokê hat Colemêrgê û wiha got: "Min û keça xwe der barê polîs Enes T. de gilî kir. Keça min li min geriya û bûyer vegot. Got ez newêrim. Miduriyeta polisan ser bûyerê digire. "
Xwişk Hatice U. jî anî ziman ku di 14'ê Sibatê de çûye Colemêrgê û wiha got: "Dema ez çûm Midûriyeta Polîsan, min ji midûr destûr xwest. Min xwişka xwe xwest. lê destûr nedan min. Tîmên taybet êrîşî min kirin. Li min dan. Polîsên Tîmên Taybet Enes T. parastin. Li min xistin. Em li mafê xwe digerin."
Çavkanî: Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya (MA)