Li Colemêrgê li dijî qeyûm meş

Berxwedana li dijî biryara qeyûmê ya li Colemêrgê di roja 2’emîn de ye. Polîsên ku dixwazin meşa bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl asteng bikin, berxwedan didome.

Navenda Nûçeyan - Piştî binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sıddik Akiş, bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl têkildarî tayînkirina qeyûmê li navenda bajêr meş hat lidarxistin. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindır, pêkhateyên Ked û Tifaqa Azad, heyeta CHP’ê û gelek nûnerên rêxistinên sivîl jî beşdarî meşê bûn.

Polîsan êrişî meşê kirin

Girseya ku ji navenda bajêr ber bi avahiya şaredariyê ya desteserkirî ve meşiya, bê navber dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Em serokê diz naxwazin” û “Bijî berxwedana Colemêrg” berz kirin. Tulay Hatîmogullari û kesên pê re piştre hatin Kolana Bulvarê ya ku çalakiya rûniştinê lê hat lidarxistin. Polîsan li vir bi bombeyên gazê êrişî welatiyan kir. Li hin kolanan ciwanan bi keviran bersiv dan êrişa polîsan.

Bendêmayîn didome

Tulay Hatîmogullari got: “Di pêvajoya ku Îsraîl, Filistîn dagir kiribû de, zarokê bi navê Ebu Hanzala her kes nas dike û dizane. Hanzala ji bo protestokirina wan rûyê xwe ber bi rojê ve zivirand. Li vir em jî pişta xwe didin zilma Îsraîlê û em li dijî nûnertiya wê ya li vir rûyê xwe ber bi rojê ve dizivirînin.” Gelek serokên baroyan jî hatin cem endamên partiyê.

Bendêmayîna girseyê didome.