Li Colemêrgê 11 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan

11 kesên ku ji 15'ê Tebaxê û vir ve li Colemêrgê di bin çavan de bûn, bi şertê kontrola edlî li edliyeyê sewqî dadgehê hatin kirin.

Colemêrg- Di 15’ê Tebaxê de li navenda Colemêrgê û navçeyên Gever, Çelê û Şemzînanê polisan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de 24 kes hatin binçavkirin. Ji wan 13 kesên ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "fînansekirina rêxistinê" hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên duh ên polêsan serbest hatin berdan, 11 kesên din jî duh piştî kar û barên  ewlehiyê sewqî edliyeyê hatin kirin.

11 kesên îfadeya wan li Serdozgeriyê hat girtin bi daxwaza serbestberdana bi şertê kontrola edlî sewqî Edliyeya Cezaya Sulhê hatin kirin. 11 kesên ku îfadeya wan li vir hatibû girtin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.