Li çiyayê Katoyê têkoşîna çanda koçertiyê
Jinên ku li quntarên Çiyayê Kato yê Elkêya Şirnexê bêrîvan in, balê dikşînin ser metirsiya tunebûna çanda koçeriyê û zoriyên krîza aborî. Diyar dikin ku tevî dijwariyê jî ew amade ne vê bîra çandî ya kevnar biparêzin.
EKÎN STÊRK
Şirnex – Jinên Bêrîvan ku bi nifşan jiyana xwe bi xwezayê re di nav ahengekê de parastine, bi keda xwe ya nedîtî li quntarên Çiyayê Katoyê hilberînê didomînin. Jinan bal kişand ku çanda koçeriyê her diçe bi tunebûnê re rû bi rû dimîne û diyar kirin ku ew ji ber krîza aborî gelek zoriyan dikşînin, hewl didin debara xwe bikin.
Dengê zengilên ku li binê çiyayan deng vedide, şopa bêrîvanan di xwe de dihewîne. Bêrîvanên ku bi tîrêjên pêşîn ên sibehê re derdikevin rê li qundarê Çiyayê Kato yê navçeya Elkêya Şirnexê, bi jiyana ku her havîn li zozanên bilind ji nû ve tê avakirin demsalê derbas dikin. Ne tenê keriyên heywanan, di heman demê de bîr, hilberîn û têkiliya kevnar a bi xwezayê re jî diparêzin. Bêrîvanên ku şêwaza jiyana koçeriyê ya hezar salan li ser milên xwe hildigirin, tevî hemû zehmetiyan jî keda jinan ji nifşek radigihînin nifşê din. Ji bo van jinan, xebata bêrîvaniyê ne tenê rêbazek e ji bo debara jiyanê ye; îfadeya ked, berxwedan û ji nû ve avakirina jiyanê ye, di heman demê de keda wan a nedîtî bîra çandî ya erdnîgariya Kurdan zindî dihêle.
Jinên ku li Çiyayê Kato yê navçeya Elkê ya Şirnexê bi ajalan debara xwe dikin dibêjin ku ew tevî hemû zehmetiyan jî çanda koçeriyê didomînin.
‘Krîza aborî û zêdebûna biha karê xwedî kirina ajalan gelek dijwar kiriye’

Hemayîl Cin ku 27 sal in şivantiya pez dike, got ku malbata wê jî dema zarok bûye şivantiya pez dikir û got: "Çiyayên me pir xweşik in, em dikarin li vir bêhna xwe vedin. Em pezên xwe didoşin û ji şîr, penîr û mast çêdikin. Her sal em ji navçeyê tên çiyayan û dixebitin. Piştî ku berf li Mêrgê Sotî dihele, em diçin û li wir konên xwe vedikin, heta dawiya payîzê dimînin."
Hemayîl Cin, bi bîr xist ku çanda ajalkariyê berê pir belav bûye û got: "Berê jinan tevî zehmetiyan jî çanda ajalkariyê zindî dihiştin lê ciwanên îroyîn zêde eleqedar nabin. Ew naxwazin vî karî bikin. Jinên ku berê akalkariyê dikirin hê jî dikin. Lê ev yek êdî kêm dibe. Ji her herêma Katoyê, gelek malbat dihatin. Lê îro tenê çend malbat tên. Dema ku em ajalkaariyê dikin, ji krîza aborî jî bandor dibin. Her tişt pir biha ye, em nikarin tiştekî bikirin. Ji xwarinê bigre heta kayê, heta lênêrîna heywanên me, bihayê her tişt zêde ye. Ji ber vê yekê, ajalkarî dijwar bûye."
Keda jinan nayê dîtin lê daxwaza wan a herî mezin aştî ye
Hemayîl Cin, got ew di saet 8:00’ê sibehê de digihîjin platoyê, got: "Em saet 7:00ê êvarê vedigerin navçeyê. Yekem tiştê ku em sibê dikin, di saet 10:00an de miyên xwe didoşin. Em ji şîr penîr û mast çêdikin. Di saet 16:00an de, em miyên xwe cara duyemîn didoşin û bi wî şîrî jî berhemên şîr çêdikin. Piştre em vedigerin malê. Her roj wiha ye. Em penîr û şîrê ku em çêdikin difiroşin, didin xwediyên wesayîd û şivanên ku li miyên xwe dinêrin. Lê ji me re tiştek namîne. Ji ber ku em xelata keda xwe nagirin.”
Hemayîl Cin ku diyar kir ku hunera bêrîvaniyê ji diya wê mîras girtiye, vê kevneşopiyê didomîne û got: "Dema ku em tên zozanan, bêhneke kûr dikşînin û bêhna xwe didin. Ji ber ku ev yekane herêma me ye. Ez naxwazim ev çand winda bibe. Ji ber vê yekê ez hê jî bêrîvaniyê dikim. Ez ê heta mirinê vê yekê bidomînim. Îro dema ez li Çiyayê Katoyê dinêrim, aramiyê hîs dikim û xweşiyê dibînim.”
Hemayîl Cin, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Ez dixwazim aştî pêk were. Bila aştî êdî were vî welatî. Bila êdî tu dayik negirî. Ez dixwazim ev pêvajo di zûtirîn demê de bi aştiyê bi dawî bibe.”
‘Dibe ku piştî me kes vî karî neke’

Devlet Yîgît ku nêzî 15 rojan e li deverên bilind e, diyar kir ku piştî helandina berfê, ew ê biçin herêma Mêrgên Sotî û li wir konên xwe deynin. Rave kir ku jiyana bi şivantiyê dibore û got: "Nêzî 7 salan e şivantiya pez dikim. Şivantî karekî pir dijwar û zehmet e. Lê ji aliyê din ve, em kêfxweş in ku şivantiya pez dikin ji ber ku ew çanda me ye. Debara hemû mirovên li vir bi xwedîkirina ajalan ve girêdayî ye. Ciwan îro êdî şivantiya pez nakin. Tenê em dikin. Ji ber ku kesek din vî karî nake, kêm dibe. Em naxwazin çanda şivantî û koçeriyê winda bibe. Divê her kes vê çandê biparêze. Êdî kes naxwaze şivantiya pez bike. Ji ber vê yekê ji bo wan zehmet e. Ez sibê bimrim dê yek ji zarokên min neyê û vî karî neke."
Devlet Yîgît diyar kir ku ew serê sibeyê zû digihîjin platoyê û heta saet 7ê êvarê li wir dimînin û got: "Em ji şîrê didoşin, penîr û mast çêdikin. Em ê zêde difiroşin û hinek jî ji xwe re dihêlin. Ev tenê riya debara me ye. Em bi zorê debara xwe dikin."