Li Ciwanro du mamoste ji ber sirûda ‘Riya Xebatman’ ji peywirê hatin girtin

Cîgira Rêvebera Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Ciwanro Mehrî Xosravîzadeh, ji ber ku xwendekaran sirûda bi navê “Riya Xebatman” xwendin, ji peywirê hate girtin.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku li bajarê Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê midûra Dibistana Seretayî ya Keçikan a Firewsî Zeytûn Kehzadî, ji ber ku komek xwendekarên dibistanê sirûda şoreşger a “Riya xebatman” gotin, ji peywirê hat girtin, cîgira rêvebera heman dibistanê Mehrî Xosrewîzade jî ji peywîrê hate girtin.

Li gorî biryara ji aliyê Dozgeriya Ciwanroyê ve hate girtin, her du mamoste bi sûcdariya "propagandaya li dijî Komara Îslamî" ji peywîra xwe hatin girtin û li dijî wan doza hate vekirin.

Li gorî agahiyan, Zeytûn Kehzadî ya beriya niha ji midûriyeta dibistanê hat avêtin, li heman dibistanê mamostetiyê kir. Lêbelê niha ji bo dibistanek din hate veguhestin.

Di çalakiya dibistanê de, hinek xwendekaran keç bi mamoste Mehrî Xosrewzade re, sirûda azadîxwaz û sembola berxwedanê “Riya Xebatman” bi hev re gotibûn. Gotina sirûda “Riya Xebatman” di nava gelê Kurd de mîna sembola yekitî, berxwedan û têkoşîna edaletê tê zanîn.