Di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de pankarta Jîna Emînî

Di dema axaftina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Balyozê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî pankarta ku wêneyê Jîna Emînî û nivîsa “Jinên Îranî niha azadiyê heq dikin” li ser nivîsandibû vekir.

Navenda Nûçeyan- Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku di 78’emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorka Emerîkayê hat lidarxistin de axivî, ji aliyê Îsraîlê ve hat şermezarkirin.

Di dema axaftina Îbrahîm Reîsî de, Balyozê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî Gilad Erdan pankarta ku wêneyê jina Kurd Jîna Emînî ya di sala 2022’an de ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve hatibû qetilkirin vekir. Her wiha li ser pankartê nivîsa “Jinên Îranî niha azadiyê heq dikin” hatibû nivîsandin.

Îbrahîm Reîsî di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de îdia kir ku nûçeyên der barê xwepêşandanan de ‘berovajî’ û ‘derew’ in. Îbrahîm Reîsî îdîa kir ku ev nûçe 'komploya rayedarên îstîxbarata Rojava’ ye, bal kişand ser waneyên Îslamê û got ku jin û mêr ‘di çavên Xweda de wekhev in.’

Çi qewimî bû?

Polîsên exlaq ên li paytexta Îran Tehranê, jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, bi hinceta ku hîcaba xwe baş nedaye serê xwe binçav kirin û bi îşkenceyê qetil kirin. Xwepêşandanên ku di 17’ê Îlona 2022’an de ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de, li bajarê wê Seqizê dest pê kirin, bi lez û bez li welat belav bûn û veguherîn serhildana “Jin Jiyan Azadî.”

Rejîma Îranê ku ji bo tepeserkirina serhildana bi pêşengiya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribû, ji gelê Kurd, Belûc û Ereb pêk dihat, bi hemû şêwazên tundiyê, zêdetirî 1500 kes qetil kirin. 100 ji kesên hatin qetilkirin 18 salî bûn. Herî kêm 60 hezar kes hatin girtin. Ji kesên hatin girtin herî kêm 110 kes bi îdamê hatin cezakirin. Ji ber ku zêdetirî 10 kes ji ber beşdarî xwepêşandanan bûne hatin îdamkirin, gelek girtiyên berê jî hatin îdamkirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw di daxuyaniya xwe ya dawî de eşkere kir ku ji wan bi sedan girtiyên Kurd tenê 201 kes nasnameyên wan hatine zanîn û 201 welatiyên Kurd bi giştî 715 sal û 6 meh û 17 roj bi cezayê girtîgehê yê giran hatine mehkûmkirin.