Li cihê ku Feryal Silêman hat hedef girtin starta çalakiyên 8’ê Adarê hat dayîn

RJAK û Komîteya Amadekar a Çalakiyên 8’ê Adarê, li cihê ku şoreşger Feryal Silêman Xalid jiyana xwe ji dest da, starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn.

Navenda Nûçeyan-Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) û hevkariya Komîteya Amadekar ya Çalakiyên 8’ê Adarê, li bajarê Kerkûkê li cihê ku jina şoreşger, şoreşger Feryal Silêman Xalid jiyana xwe ji dest da, starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn. Jinan soza xwe ya têkoşîn û şopandina rêya jinên şoreşger û pêşeng nû kirin.

Daxuyaniya çapemeniyê ya RJAK’ê ku ji aliyê Sara Kerîm ve hate xwendin, wiha ye:

"8’ê Adarê yek ji rojên têkoşîna me ya jinane. Lê êş û berxwedana jinan tenê di meha Adarê de destpê nake. Em vê têkoşîna jinan weke têkoşîna hezar salan a berdewam a jinan dibînin. Bi dirûşmeya ‘Sedsala 21’an Sedsala Şoreşa Jinê ye’, emê tola koletiya bi hezaran salane ku li ser jinan tê ferzkirin, hilînin.

Em soz didin ku em ê meşaleya ku Şehîd Firyal bilind kiribû, em ê heta heta wê bilind bikin. Em ê tu carî nehêlin agirê wê meşaleyê vemire. Îsal em destpêkirina çalakiyên 8’ê Adarê ji bo bîranîna Şehîd Firyal li Kerkûkê, li cihê lê şehîd bûyî, anku li vir radigihînîn."