“Li cihê ku edalet lê nebe, ne tenê aramî wê nan jî lê tunebe”

Têkoşîna ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza "Edaletê" dane destpêkirin 284 roj in berdewam dike, malbat dibêje; “Li cihê ku edalet lê tunebe, ne tenê aramî wê nan jî lê tunebe."

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 284’an de ye.
Malbata ku hat ber avahiya Dadgeha Rihayê qada ku weke ‘koşeya edaletê ya malbata Şenyaşar’ tê binvakirin bi pankartên ‘Em Edaletê Dixwazin’ çalakiya nobetê dan destpêkirin.
Malbatê, li ser hesabê medyaya civakî ev peyam parve kirin: “Li cihê ku edalet lê tunebe, ne tenê aramî wê nan jî lê tunebe. Dadger û dozger ji tirsan bişkojên cubeyên xwe girtine, peywira xwe nakin. AKP’a ku sûcê mirovahiyê dike jî parlamenter Fakibaba îfşa kir. Gelê Rihayê îxracê dixwaze. #Êdî radestê gel bibin.”