Li cihê komkûjî lê pêk hat pêşangeha Fermanê

Komek ciwanên Êzidî, li gel malbatên ku hîn zarokên wan di destê DAIŞ’ê de ne li sûka kevin a Şengalê ku DAIŞ wêran kiriye, pêşengeheke ji wêneyên qurbaniyên fermanê vekirin.

Şengal – Komek ciwanên Êzidî, li gel malbatên ku hîn zarokên wan di destê DAIŞ’ê de ne li sûka kevin a Şengalê ku DAIŞ wêran kiriye, pêşengeheke ji wêneyên qurbaniyên fermanê vekirin, kon hate vedan, av û vexwarin hate belavkirin.

Malbatên Êzidî yên aqûbeta zarokên wan ne diyar û endamên malbatên wan di destê DAIŞ’ê de ne, bi pêşengiya komek ciwanên aktîvîst ên Êzidî li sûka kevin a Şengalê ku di dema şer de bi rûxiyaye û weke mûzaxaneyeke ser vekiriye, çalakiyek hate lidarxistin. Çalakiya ciwanan ji 26’ê Tîrmehê ve destpêkiriye.

Li sûkê bi sedan wêneyên qurbaniyên fermanê û yên di dema fermanê de hatine kişandin hatine daliqandin.

Her wiha kon hatiye vedan, malbat tên serdana kon dikin, li pêşengehê digerin. Di konê de behsa wendahiyên xwe tên kirin, xema xwe bihevre parve dikin û hemû jî daxwaza dadperweriyê û cezakirina berpirsên fermanê dikin.

Ciwanên aktîvîst weke xêr jî li ser kesên serdana wir dikin av û vexwarin belav dikin ku di dema fermanê de ji ber tîbûnê gelek kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Di konê de stranên êş û trajediya fermanê vedibêjin jî tên gotin û bi çalakiyên cûda cûda qurbanî tên bîranîn û dibêjin, emê fermanê ji bîr nekin.