Li cîhanê hejmara kesên ji cih û warên xwe bûne 75,9 milyon e

Li seranserê cîhanê hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne di 5 salên dawî de ji sedî 49 zêde bû, gihîşt 75,9 milyonî. Ji wan kesan nêzî ji sedî 30 ji Sûdanê û ji sedî 17 jî ji Xezayê ji cih û warên xwe bûn.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM), daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di rapora Navenda Şopandina Koçberiya Navxweyî (IDMC) de hejmarên koçberiya navxweyî ya sala 2023’an hatiye destgirtin.

Hejmara koçberiya navxweyî ji sedî 49 zêde bû

Di rapora IDMC’ê ku hat diyarkirin hejmara kesên ji cih û warên xwe bûn di 5 salên dawî de ji sedî 49 zêde bû, gihîşt 75,9 milyon, hat destnîşankirin ku di sala 2023'an de nêzî 47 milyon kes li welat ji cih û warên xwe bûne yan jî cih guhertine.

Pevçûn tundî karesatên xwezayî bi milyonan kesan neçarî koçberiyê kir

Di rapora ku hate diyarkirin di sala 2023'an de 20,5 milyon kes ji ber şer û tundiyê di nava welat de cih û warên xwe bûne, hat diyarkirin ku nêzî ji sedî 30'ê van mirovan ji ber şerê li Sûdanê û ji sedî 17 van jî ji êrîşa Îsraîlê ya li ser zîvala Xezayê ji cih û warên xwe bûne. Di rapora ku hat destnîşankirin di sala 2023’an de karesetên xwezayî jî bi milyonan kes ji cih û warên wan kiriye û hat diyarkirin ku di encama karesetên weke Bahoza Freddey ku bandorê li peravên başûr-rojhilatê Efrîqayê kir, erdhejên li Tirkiyeyê ye û Bahoza Mocha ya li Myanmarê de 26,4 milyon kes ji cih û warên bûn.

Di raporê de hate diyarkirin ku li welatên xwedî dahatên zêde jî ji ber karesetan hejmara koçberiya navxweyî zêde dibe. Şewatên herî mezin ên di dîroka welat de ku par li Kanadayê bû sedema koçberbûna nêzî 185 hezar kesan, weke mînaka vê yekê hat nîşandan.

Di rapora ku hat destnîşankirin dibe di salên pêşiya me de ji ber guherîna avhewayê karesat zêde bibe û ji ber vê yekê tê payîn hejmara kesên ji cih û warên xwe dibin zêde bibe.