Li Chicagoyê yekem Bankaya Jinan vebû
Yekem Bankaya Jinan navenda xwe li Chicagoyê vekir. Damezrînerên wê dibêjin ku ev banka yekem saziya darayî ye ku mebest jê ew e ji jinên karmend re bibe alîkar da ku sermiyan bibînin û karê xwe mezin bikin.
Navenda Nûçeyan- Yekem Bankaya Jinan roja Çarşemê li Chicagoya DYA’ê vebû. CEO ya bankayê Marianne Markowitz wiha dibejê; "Ev banka ji bo teşwîqkirina wekheviya zayendî stratejiyek kirûbirê nîn e. Ew di DNA’ya me de heye. Em bawer dikin ku potansiyela bankayê ji bo guheztina civakî û girtina krediya zayendî pir mezin e.”
Di merasîma vekirina bankayê de Mayoraredar Lori Lightfoot axivî û got; "Banka li Chicagoyê cihek karsazî û derfetek e ji bo her kesê û got; "Gihîştina sermayeyê pir girîng e û divê ji her kesê re vekirî be. Heta em ji bo pêşxistina her kesê bi xwestik nebin, em nikarin wekî bajar û netew bi ser bikevin û bi pêş ve biçin.
Banka dê piştgiriyê bide jinan
Berpirsyarê bazirganî û ragihandinê yê bankayê Colleen Ryan got ku banka dê di heman demê de bi şêwirmendî û çavkaniyên torê piştgiriyê bide jinên karsaz. Her wiha banka dê bi taybetî balê bikşîne ser alîkariya jinên reşik ên ku karsaziyê dikin.
Şîrketa qehweyê Southside Grinds ya têkildarî jinên reşik, bi piştgiriya bankaya First Women's karibûye karsaziya xwe berfireh bike.
Jin di girtina krediyan de zehmetiyê dikşînin
Banka ji hêla pargîdaniyên mîna Wendy's û Comcast û her wiha ji aliyê International Tennis Hall of Famer û Billie Jean King ku yek ji derhênerên bankayê û parêzerên sermayeya jinan a yek ji şêwirmendên bankayê ye, tê piştgirîkirin.
Billie Jean King got; "Ez pirsgirêkên jinên ku di dema çareseriyên darayî de bi wan re rûbirû dimînin dizanim. Min bi xwe jî ew tişt jiya ye. Ger hûn jin bin, zehmet e ku hûn ji bankayê kredî bigrin.”
Çavkanî: Chicago Sun Times
Werger: JINHA