Li Cezayirê zaroka 8 salî rastî tecawîza komî hat

Li Tîbazaya Cezayirê zaroka keça ya 8 salî rastî tecawîza komî hat û tê payîn di derbarê bûyerê de lêpirsîn bê despêkirin.

Cezayir – Duh li Tîbaza yê Cezayirê zarokek keç a 8 salî rastî tecawîza komî hat. Li gorî çavkaniyek herêmî 3 kesên temenê wan dinavbera 19 û 22 saliyê de zaroka 8 salî ya li qada nêzî meclisa navçeya Tîbaza yê girtin û tecawîz kirin. Têpayîn di derbarê her sê tewanbaran de lêpirsîn bê despêkirin.