Li Cezayirê zaroka 5 salî ji aliyê bavê xwe ve hat qetil kirin
Li bajarê Biskira yê Cezayirê zaroka 5 salî ji aliyê bavê xwe ve bi kêran hat qetilkirin.
Cezayir – Li gundê Ferfar ê ser bi bajarê Biskira yê Cezayirê mêrek êrîş kar ê temen 40 salî keça xwe ya 5 salî bi kêran li kolanê qetil kir, paşê cenazeyê wê li erdê hêla û reviya.
Ekîbên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê hatin cihê bûyerê cenazeyê zarokê birin Nexweşxaneya Tolqa yê û ji bo girtina qatîl lêgerînê despêkir.