Li Cezayîrê şewata daristanan: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
Li rojhilatê Cezayîrê ji ber germahiya zêde û bayê zêde şewat derket û li daristanan belav bû. Di encama şewatan de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest da, 54 kes birîndar bûn û bi hezaran hektar erdên çandiniyê zirar dîtin.
Navenda Nûçeyan – Li rojhilatê Cezayîrê, şewatên daristanan ku ji ber ba û germahiya zêde derketin, li nava zeviyên çandiniyê û zozanan belav bû. Agirê ku derket bû sedema zirar û windahiyên mezin.
Wezîrê Karên Hundir ê Cezayîrê duh, ragihand ku di encama şewatên li daristanan de ku li parêzgehên rojhilat rû dan, 12 kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 54 kes birîndar bûn û rewşa 6 ji wan giran e, di beşa lênêrîna giran de tên dermankirin. Li parêzgehên Cîcel 5, li Becaya 4 û li Tîzî Wzo 3 kes mirin.
Valakirina malan û mudaxeleya ji bo vemirandina agir
Ajansa Parastina Sivîl ragihand ku piştî agir gihîşt deverên niştecihbûnê, malên li parêzgeha Cîcel hatine valakirin. Hat piştrastkirin ku hewldanên ji bo kontrolkirina agir li gelek parêzgehan berdewam dikin. Rayedaran ji bilî wesayîdên bejayî yên Parastina Sivîl, helîkopter û balafirên agirvemirandinê jî sewqî herêmê kirin.
173 bûyerên şewatê hatin qeydkirin
Ajansa Parastina Sivîl duh, ragihand ku di rojek de li 173 cihan şewat derketiye. Her çendî 56 ji van şewatan hatin vemirandin jî 75 ji wan bi taybetî li parêzgehên Becaya, Tîzî Wzo, Skîkda, Cîcel, El Tarfa, Mîla û Sitîfê berdewam dikin.
Bandora guherîna avhewayê
Saziya Meteorolojiyê roja Sêşemê hişyarî dabû ku ji ber pêla germahiyê û bayê zêde, di demek kurt de agir belav bûye. Şewata li daristanan li parêzgehên bakurê Cezayîrê pirsgirêkek dubare ye ku ji ber ziwabûn û germahiya zêde ya bi guherîna avhewayê ve girêdayî ye, sal bi sal girantir dibe.
Di salên dawî de, şewatên berfireh bûn sedema mirina bi dehan kesan, bi hezaran hektar erdên daristan û çandiniyê wêran kirin û zirareke mezin dan mal û milkên welatiyan.