Li Cezayirê pirsgirêkên jinan hat nîqaşkirin
Ji bo nîqaşkirina pirsgirêk û kêşeyên jina Cezayîrî di nava qadên civakî, aborî û siyasî de rûniştinek diyalogî li Cezayir hate li darxsitin.

Cezayir – Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, duh komek femînîst bi hevkariya rojnameya femînîst û însiyatîfa LEHA Podcast, rûniştinek diyalogî bi beşdariya kesayetên femînîst ên navdar li Cezair li dar xistin. Armanc ji vê diyalogê ew bû ku der barê pirsgirêk û kêşeyên jina Cezayîrî nîqaş bikin.
Têkoşerên jin û berxwedana wan hatin bibîranîn
Di nava diyalogên xwe de jinan bal kişandin ser dîroka tevgerên femînîst ê Cezayir û guhartinên ku piştî tevgera 2019'an li herêmê rû daye. Di nava nîqaşên xwe de jinan tecrûbeyên têkoşerên jin ên di dîroka Cezayir de weke tekoşêr Mamiya Şentûf û Cemîla Bobaşa ku ji bo mafên jina Cezayîrî têkoşiyane, bibîr anîn. Beşdaran jî soza dewamkirina têkoşîna wan jinan dan, da ku karibin rewşa jinan di nava civakê de baştir bikin. Her wiha nîqaş der barê pêkanîna zagonên ku parastina jina Cezayîrî dike, derket pêş û herî girîng zagona parastina ji tacîzê bû.
Pirsgirêkên jinan ên di warê hiqûqî de dijîn
Beşdaran di civînê de çend mijarên girîng ên mafên mirovan ku pêwîstî bi baldariya bilez ji rayedarên Cezayîrê heye, gotûbêj kirin. Yek ji wan mijaran pêwîstiya guhertina benda 32 ya qanûna kar a hejmar 27/84 bû. ev zagon bi mafê jinan di kar de eleqedar dike. Her wiha nîqaş li ser guhartina xala 326'an a zagona Sûcdarkirina Şîdeta li ser Jinê ye. aramnca jinan ji van guhartinan ku parastina zêdetir ji bo jinên îstîsmarkirî, bê kirin. Di heman demê de mafê jinan li hember cureyên tundiyê biparêze. Her wiha di nîqaşê de dest nîşanî bi dirêjkirina betlaneyên zarokanînê kirin. Jinan diyar kirin ku ev mijar gelek girînge ji bo pêkanîna hevsengiyê di nava kar û malbatê de.
Pêwîstî bi domandina têkoşînê heye
Di civînê de gelek xal hatin nîqaşkirin û yek ji xalên girîng ên ku hatin nîqaşkirin jî ew bû ku divê têkoşîn ji bo bidestxistina wekheviya jin û mêr di warên cuda yên siyasî, civakî, çandî û aborî de bê domandin. Beşdaran destnîşan kirin ku divê beşdariya jinan di biryarên siyasî û geşepêdanê de xurtir bibe.