Li Cezayîrê pêngava 16 rojî qediya lê têkoşîn didome

Jinên aktîvîst û femînîst ên ku beşdarî pêngava ‘Aktîvîzma 16 Rojî ya li Dijî Tundiya Li Hember Jinê’ bûn, anîn ziman ku ev roj têr nakin û divê têkoşîn bidome.

JOY RAHM

Cezayîr - Komek femînîst û aktîvîstan, hashtaga “Pêngav qediya lê têkoşîn didome” vekirin. Jinan xwest ku ji bo kêmkirina tundiya li hemberî jin û zarokên keç, pêhesandina civakê û beşdariya civakî bê zêdekirin. Jinan banga berdewamkirin çalakî û têkoşîna ji bo vê yekê jî kirin.

Banga berdewamkirin çalakî û têkoşînê kirin

Li tevahiya cîhanê ji 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Navnetewî ya Cîhanê heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hember Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî, rêzeçalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Li Cezayirê jî sazî û komeleyên femînîst, beşdarî pêngava van çalakiyan bûn. Van saziyan ji bo ku civak pê bihese û tundiya zayendî ya civakî ji holê bê rakirin, di medya civakî de dest bi pêngavek dîjîtal kirin. Piştî ku pêngav bidawî bû, komek femînîst û aktîvîstan bi navê “Pêngav qediya lê têkoşîn didome” hashtagek vekirin. Jinan bi vê hashtagê  ji bo ku kêmkirina tundiya li hemberî jin û zarokên keç, pêhesandina civakê û beşdariya civakî bê zêdekirin, banga berdewamkirin çalakî û têkoşînê kirin.

Rêxistina Femînîst a Oro Mad jî yek ji beşdarên vê pêngavê ye. Oro Mad ku Komeleya Jinê ye, di bin banê “Pêngava Aktîvîzmê ya 16 Rojî” de dest bi pêngavek dîjîtal a bi slogana “Tiştê ku ew pê diêşe, min jî diêşîne” kir. Di vê çarçoveyê de, agahî û dîmenên der barê qetilkirinên  jinan ên li Cezayîrê, tundiya li hember jinan û zarokên keç de hatin weşandin. Vîdeoyên tê de êrîş û şerpezetiyên jinan, şahidiyên wan, hevpeyvînên medyayê û bihîstyarkirinê hene, hatin nîşandan. Armanca wê, wek pêhesandina civakê hat nîşandan.

‘Di aliyê bihêzkirina jinan a zagonî de pêşketinek heye’

Komeleya Horia a ji bo mafên jinên Cezayîrî hatiye avakirin jî, di bin slogana “Ew emanetek e...” de, rojek pêhesandinê ya taybet lidar xist. Aicha Serirku seroka komeleyê ye, destnîşan kir ku vê yekê wek platformek dinirxînin. Aicha da zanîn ku di aliyê bihêzkirina jinan a zagonî de pêşketinek heye, lê dîsa jî pêşîgirtina li tundiyê hê pêk nehatiye. Aicha destnîşan kir ku pêwîst e nêrîna biçûkdîtinê ya li hember jinan ji holê bê rakirin û ristên ji bo wan hatine diyarkirin, bên guherandin. Aicha got ji ber ku jin, afirînerên pêşerojê ne.

Laha Podcast û Femînîsta Cezayîrî Salamat Dizad jî, xebata bi navê “Rehbera Dîjîtal a Têkildarî Tundiya Li Ser Jinan û Keçikan”, her wiha têkoşîna jineke ku li mafên xwe geriyaye û rastî astengiyên cur bi cur hatiye, weşand. Ji bo vê yekê jî pêngavek pêhesandinê ya bi navê “Tekane Rawestgeh Dikan e” da destpêkirin.