Li Cezayîrê panela li ser sûcên qetilkirina jinan

Ji ber zêdebûna sûcên qetilkirina jinan li Cezayîrê, komek rojnamegerên jin di Radyoya Dengê Jinên Elektronîk de li ser belavkirina vê diyardeyê rûniştinek diyalokê saz kirin.

NECWA RAHIM
Cezayîr –Qetilkirina dawî ya jinan li Cezayîrê di 2'ê Adarê de li başûrê Cezayîrê, li eyaleta Beşar hat tomarkirin. Dû re bûyerek din li dijî keçek biçûk ji Tîzî Wizo ku bavê wê serê wê ji laşê wê veqetand, qewimî.
Ev nirxandinek bû ku di medya û çapemeniyê de hefteyek berê li ser hatibû axivîn. Ji ber zêdebûna tawanên qetilkirina jinan û gelek aliyên din ên têkildarî vê pirsgirêka civakî li Cezayîrê, komek rojnamegerên jin di Radyoya Dengê Jinên Elektronîk de ji aliye qanûnî, derûnî, civakî û hebûna pisporên di vî warî de axivîn. Her wiha bal kişandin ser kar û çalakiya komeleyên jinan li Cezayîrê, ji bo ku bigihîje hejmar û serjimêriyên der barê vê diyardeyê de. 
Axaftvanan hemû aliyên diyardeya qetilkirina jinan li Cezayîrê nirxandin. Aktîvîsta femînîst û damezrînera Rojnameya Femînîst a Cezayîrê Amal Hecac hejmara qetilkirina jinan li Cezayîr ji 1989' heya 2021' vegot. Her wiha behsa rol û çalakiyên femînîstan di hişyarkirina li dijî qetilkirin, tundî û tacîzkirina jinan de kir.
Amal Hecac wiha got: "Nebûna hejmara jinên tên qetilkirin rewşê hîn bêhtir bi aloz dike. Ew alîkariya aktivîstên ku bi salan e behsa qanûneke ku bihêle şîdeta li ser jinan raber dike. Ji ber vê divê çapemenî, aktivîst û civaka sivîl zû li hemberî van komkojiyan derkevin û van kiryaran şermezar bikin."
Li gorî hejmarên Rêxistina DZ Feminicide, Cezayîrê di sala 2020'an de, 54 rewşên qetilkirinê tomar kir û tesbît bûye ku ji destpêka sala 2021'ê ve 9 jin hatine qetilkirin.
Divê navendên stargehê ji bo jinên ku dibin qurbanên şîdeta nav malbatê hebin 
Divê çareserî ji pirsgirêka nebûna navendên pêşwaziya jinên ku rastî şîdetê tên re were dîtin. Xuya ye ku hejmarek ji jinan dozê li kesê ku wan tecawiz dike venakin, ji ber tu cihê ku berê xwe bidinê tune ye.
Ji ber vê yekê, Amal Hecac bi bîr tîne ku di çarçoveya wesayetên ku komeleya jinan ji bo hevsengiyê belav kiriye de, daxwaza avakirina malan li seranserê cîhanê û pêşwaziya jinên ku bi xeterê re rû bi rû ne kir.
Li aliyê din axaftvanan banga serxwebûna aborî ji bo jinan kir. Amal Hecac da zanîn ku asta bêkariyê li gel mêran bi giştî ji sedî deh e û li gel jinan jî ji sedî bîst e. ev jî dihêle ku jin itîmada xwe bide malbatê.
Nebûna qanûnek ku hemû sûc û binpêkirinên li dijî tawanên qetilkirinê kontrol bike 
Seroka Komeleya 'Jin di peywendiyê de' Nefîsa Lehreş nebûna qanûnê û navendên pêşwazîkirina jinan şermezar kir û got: "Di sala 2007'an de, me qanûneke çarçoveyî ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan pêşkêş kir. Qanûn nehat qebûlkirin û pêşniyar kirin ku qanûna tawanan biguhezînin."