Li Cezayîrê li dijî şîdeta li ser jinan kampanya hat destpêkirin
Di 25'ê Mijdarê de rêxistinên civaka sîvîl ên ku bi dozên jinan li welatên cuda yên cîhanê re mejûl dibin, di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî, kampanyayên xwe dan destpêkirin û Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinan a Navneteweyî ku di 25'ê Mijdarê de ye, pîroz kirin.
Di 25'ê Mijdarê de rêxistinên civaka sîvîl ên ku bi dozên jinan li welatên cuda yên cîhanê re mejûl dibin, di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî, kampanyayên xwe dan destpêkirin û Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinan a Navneteweyî ku di 25'ê Mijdarê de ye, pîroz kirin.
NECWA RAHIM
Cezayîr- Rêxistina civaka sivîl di 25'ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinan de kampanyaya xwe da destpêkirin. Her wiha ji bo Mijara pîroxbahiya vê rojê îsal ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve dirûşma "rengê cîhanê pirteqalî ye; em dawî li şîdeta li dijî jinan bînin" hatiye hilbijartin.
Di bin dirûşma "bêdeng nemîne" bername 16 rojan didome
Li ser vê yekê seroka Komeleya Niştimanî ya “Jin di Ragihandinê de” Nafîsa Harch ji ajansa me re ragihand ku komeleyê bi hevkariya Radyoya “foie de femme” bernameyeke dewlemend û cihêreng 16 rojan bi armanca bilindkirina hişmendiya zayendî di bin dirûşma “bêdeng nemîne” de dest pê kiriye her wiha wê bal kişand ser rola mezin a medyayê di ragihandina rastiyan û balkişandina ser dozên girêdayî jinan, rola medyayê di bilindkirina hişyariya civakê de û bi riya medyayê rêz ji mafên jinan re tê girtin.
Nafîsa Harch wiha li gotinên xwe zêde kir: "Pêwîst e rayedar û komeleyên ku ji bo berjewendiyên jinan kar dikin li gorî stratejiyek diyarkirî û ji bo rakirina hemû cureyên şîdetê û cudakariya li ser bingeha zayendî û temînata mafên jinan di hemû beşên jiyanê de li mal, kolan û cihên kar jî bixebitin."
Komele ji sala 1995'an ve ji bo mafên mirovan û jinan dixebite
Her wiha Nafîsa Harch diyar kir ku Komeleya Jinan di Ragihandinê de ji sala 1995'an ve di warê mijarên mafên mirovan û jinan de çalak e û bal kişand ser alîkariyên mezin ên komeleyên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ev jî bi riya lidarxistina komcivîn û dayîna semîneran ji bo şermezarkirina şîdetê û bandora wê ya li ser civakê.
Têkildarî bernameya kampanyayê ya ku komeleyê bi hevkariya radyo "foie de femme" daye destpêkirin, Nafîsa Harch wiha got: "Me hilbijart ku kampanya di bin dirûşma "16 Rojên Radyoyê Li Dijî Tundûtûjiyê" bê destpêkirin da ku em medyayê beşdarî çareserkirina mijarên tundiya li ser jinan bikin, bi awayeke objektîf di tevahiya salê de, ne li ser bingehek demkî. Bername wê 16'e rojan bidome."
Her wiha wê diyar kir ku bernameyên radyoyê dê li ser dîroka şîdetê, kapsulên radyoyê yên li ser peymanên navneteweyî yên wekî Peymana Stenbolê, Peymana Afrîkayê û Ereban, Peymana Cedaw, çîroka xwişkên Mîrabal û maseyek ku wê li ser destkeftiyên qanûnî yên ji aliyê aktîvîstên jin ve ji bo rakirina tundiya li ser jinan hatine bidestxistin be."