Li Cezayirê konferansa şiyariya wekheviya zayendî tê li darxistin
Bi diruşma “Jin û mêr di navbera pevçun û li hev kirinê de” cotmehê li Cezayirê konferansa navnetewî tê li darxistin. Di derbarê xebatên amadekariyê de Samiya Kaihel got: “Armanca giştî a amadekirina vê konfiransê, balkişandina li ser girîngiya xebata hevbeş a di navbera jin û mêr de ne.”
NECWA RAHİM
Cezayir – Bi diruşma “Jin û mêr di navbera pevçun û li hev kirinê de” bi boneya zêdetir hevsengiya zayendî têxin meriyetê cotmehê li Cezayirê konferansa navnetewî tê li darxistin. Ji komîteya amadekar a konferansê Samiya Kaihel derbarê armanca lidarxistina yekemîn konfiransa navneteweyî de ji ajansa me re nirxandin kir.
“Armanc zêdekirina xebatên hevbeş e”
Samiya Kaihel di derbarê pêdiviya lidarxistina konferansê de ev tişt anî ziman: "Armanca giştî a amadekirina vê konfiransê, balkişandina li ser girîngiya xebata hevbeş a di navbera jin û mêr de ne. Ev jî ji bo bidest xistina hevbeşbûnek di navbera herdû zayendan de da ku mekanîzmeyên nû di civakê de pêş bixin. Rola jinan wekî rola pêşeng û çalkvanên civakê ye di pêşketina mirovan de."
Samiya Kaihel tekez kir ku pêwîst e pirên pêwendiyê di navbera rêxistinên Navneteweyî û saziyên civaka sivîl ên di mijarên mafên mirovan de dixebitin û bi taybetî yên ku xebatên wan girêdayî jin û mêran e bên xurtkirin. Her wiha di dewama axaftina xwe de Samiya Kaihel bal kişand ser xurtkirina dan û standinên di navbera zanîngeh, daraz, saziyên têkildarî zagonan û saziyên çapemeniyê de jî.
“Dê di derbarê dozên li ser pirsgirêkên zayendî de rola çapemeniyê jî bê destgirtin”
Derbarê mijarên sereke yên ku wê di konfiransê de werin nîqaşkirin Samiya Kaihel ev agahî da: "Di nîqaşên konfiransê de dê zêdetir balê bikşînin ser rêbazên ku beşdarvan karibin di çarçoveya dan û standinên di navbera her dû zayendan de ku pêre jî hem çareseriyan pêş bixin hem jî alternatîfên zanistî û pratîkî pêşniyar bikin û rola her dû aliyan a hevbeş bide avakirin. Nîqaş li ser rola çapemeniyê di warê çareserkirina dozên girêdayî jin û mêran di warên zagon, adet û teqalîdan dê bê kirin. Li herêmên erebî û dewletên herêmî jî, di heman demê de lêkolîn derbarê sedema belavbûn tacîz û zordariya civakî di navbera her dû cinsan de û bandora vê yekê li ser xwedîkirina zarokan bê kirin. Ev lêkolîn jî ji bo hewildanên peydakirina çareseriyan da ku civakek saxlem û xwedî fikir, çand û civakbûn ava bikin."
Konfiransa ku wê cotmehê despê bike wê 2 rojan bidome. Wê lêkolîner, bijîjk, akademîsyen û hin pispor ên rêveberên jin yên Ereb û navneteweyî beşdarî konfiransê bibin. Belgeyên xebatê yên li ser rola jin û mêran di pêşxistina civakê de û rewşa abûrî de pêşkêş bikin. Ev jî da ku bigihîje armancên pêşkeftina domdar ji bo sala 2030'an dê bê destgirtin.