Li Cezayîrê Komxebata rojnamevanan û pisporên medyayê

Rêvebera Rojnameya Femînîst a Cezayîrê Amal Hajjaj diyar kir ku divê medya ji bo xirabkirina îmaja jinan û pêşxistina tundiya li ser jinan neyê bikaranîn û got: “Çapemenî roleke xwe ya sereke di guhertina şêwaza raman û rêbazên dermankirina pirsgirêkên civakî de heye. Ji bo wê jî di medyayê de pêdivî bi danasîna mafên jinan û hêsankirin û ravekirina metnên yasayî heye.”

Cezayîr - Di çarçoveya bernameyên ku rêxistinên civaka sivîl plan dikin ji bo birêveçûna pêngava cîhanî kampanyaya 16 roj ji bo têkoşîna li dijî şîdeta zayendî ya li ser jinê, berpirsên Rojnameya Femînîst bi hevkariya Komeleya Jin komxebatek perwerdê ji bo rojnamevanan û pisporên medyayê li dar xistin. Mijara atolyayê jî di derbarê di medyayê de tundiya li ser jinê bû. Organîzatorên komxebatê bal kişandin ser giringiya rola medyayê di ronîkirina mijarên zayenda civakî de. Li ser mijara şopandina mijarên tundutujiya li ser jinê, nûçe bi çavê nûçegihaniya nêrza neyê honandin û pêdivî heye ku guherîn di zimanê medyayê de bê çêkirin jî nirxanidnên giring hatin kirin.
“Di çareseriya pirsgirêkên civakî de rola medyayê giringe”
Rêvebera Rojnameya Femînîst, Amal Hajjaj, di komxebata perwerdeyê de nirxandinên giring kir û bal kişand ser van xalan: “Çapemenî roleke xwe ya sereke di guhertina şêwaza raman û rêbazên dermankirina pirsgirêkên civakî de heye. Ji bo wê jî di medyayê de pêdivî bi danasîna mafên jinan û hêsankirin û ravekirina metnên yasayî heye. Ev yek bi riya mazûvaniya pisporan di bernameyên medyayê yên cuda de dikarin bên dest girtin. Ji bo axaftinên li ser tundûtûjiyê jî pêdivî bi ronîkirina hemû aliyên wê heye. Her wiha behskirina metnên qanûnî yên ku hîna li benda cîbicîkirinê ne, wek xala 40 ya Destûra Cezayîrê divê bên rojev kirin ji bo têkevin meriyetê."
Amal Hajjaj bang li beşdarên komxebatê kir ku medyayê ji bo berovajîkirina wêneyên jinan an jî weke navgînek ji bo pêşxistina şîdeta li dijî wan bikar neynin û tekez kir ku pêwîst e hemû mijarên ku dibin sedema tundiyê bi awayekî objektîf werin şopandin û ev tişt lê zêde kir: "Tundiya li ser jinan ne tenê amar, hejmar an nûçeyên asayî ne, pir aliye ji bo wê pêdivî heye ji bo çareseriyê jî xebat pir alî bê dest girtin."
Amal Hajjaj tekez kir ku rojnameya femînîst a Cezayîrî dê ji bo organîzekirina komxebatên bi vî awayî xebatên cuda bide despêkirin û wiha domand: “Ji bo ku rojnamevanên jin û mêr sudê ji van mijaran bigirin û di tevahiya salê de nûçeyên xwe bi hişmendiya hevsengiya civakî bihonin me pêdivî bi xebatek wiha dît.”
Amal Hajjaj banga li hemberî şidetê rêbazên hevsengiya zayenda civakî bibe mijarên sereke yên mediyayê û li zanîngehên Cezeyîrê jî xwendekar li ser vê bingehê bên hînkirin kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hemû rêxistinên civaka sivîl û komeleyên jinan li seranserê cîhanê dest bi bernameyên xwe yên çalakiyên di çarçoveya kampanya 16 rojan a cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya zayendî ya li ser jinan kirine, ku ji 25’ê Mijdarê destpê dike, heta 10’ê Kanûnê berdewam dike.