Li Cezayîrê jinek hat qetilkirin

Li wîlayeta El-Mediyê ya Cezayîrê diya çar zarokan ji aliyê hevjînê xwe ve bi 16 derbên xencerê hat qetilkirin.

Cezayîr– Li wîlayeta El-Mediyê ya Cezayîrê jinek 40 salî ya dayika çar zarokan ji aliyê hevjînê xwe ve bi xencerê hat qetilkirin. Li gorî medyaya herêmî li Cezayîrê, ji ber nakokiyên malbatî di navbera wê û hevjînê wê de pevçûn derket û hevjînê wê 16 cihan derbên xencerê lê da heya ku jiyana xwe ji dest da.
Polîsan lêpirsîn dan despêkirin. Hat hînbûn ku berê jî heman mêrî hinek endamên malaba xwe şewitandiye û bi hinceta rewşa derunî nehatiye cezakirin.
Di 10'ê Cotmehê de mêrek 40 salî dayika xwe ya 60 salî û xwişka xwe ya 35 salî serjê kir. Di 11'ê mehê de jî jina dayika çar zarokan ji aliyê hevjînê xwe yê 50 salî ve bi werîs hat xeniqandin.