Li Cezayîrê ji bo hevgirtina bi rojnamegerên Filistinê re çalakî li dar xistin

Rojnamegerên Cezayîrî bi boneya Roja Çapemeniya Neteweyî ya li Filistînê li dijî êrîşên li ser rojnamegeran xwepêşandaneke hevgirtinê li dar xistin.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Neteweyî ya Rojnamegerên Cezayîrê (ONJA) bi armanca piştgirîdayîna gelê Filistînê bi giştî û bi taybetî jî ji bo rojnamegerên mexdûr 22’ê Cotmehê roja sêşemê li Cezayîrê li Mala Çapemeniyê ya Tahar Gawut çalakiya nobetê li dar xist.

Gelek rojnamevanên ji medyaya giştî û taybet beşdarî çalakiya nobedê ya ku ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Neteweyî ya Cezayîrê (ONJA) ve ji bo qirkirina Filistîniyan a li Xezayê tê lidarxistin bûn.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat gotin: "Hêzên Îsraîlî bi pêkanînên xwe yên hovane yên li hemberî rojnamegerên Filistînî hewl didin ku medyayê bêdeng bikin, rastiyan tarî bikin  li ber dinyayê kirin da ku  kiryarên xwe yen di jî mirovî veşêrin."

Rêxistinê bang li rojnamevanên Cezayîrî kir ku li pêşberî civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan helwestek tund nîşan bidin û tedbîrên lezgîn bigirin ji bo rawestandina tawanên berdewam û berpirsyariya tawanbaran li hember binpêkirinên berdewam ên li dijî gelê Filistînê.