Li Cezayîrê ji ber şewata daristanan 34 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Cezayîrê hêjmara kesên ji ber şewata daristanan ku li 11 bajaran berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane gihaye 34 kesan.

Navenda Nûçeyan- Li Cezayîr ji ber şewata daristanan li 11 bajaran berdewam dike ji hewayî û bejayê ve xebatên vemirandin agir berdewam dike. Di daxuyaniya ku ji aliyê wezîrê karê hindir ve hatî dayîn diyarkir ku ji ber şewata li daristanên 11 bajarên welat derketî  9 hemwelatiyên din ên sivîl jiyana xwe ji dest dan û hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihaye 34’an. Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji hewayê û bejayê ve xebatên vemirandina agir berdewam dike.

Berê jî li gora daxuyaniyên fermî, hate diyarkirin ku ji ber şewata darsitanan ku li 11 bajaran berdewam dike, 10 jê leşker 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 jê leşker 51 kes birindar bûne.

Saziya meteorolojiye eşkere kiribû dûh ji ber rewşa hewaya germ asta alarmê ji porteqalî bû sor û da zanîn ku germahiya hewayê 48 derece derbas kiriye û şertê kêşehewayê hate jiyankirin. Li Cezaîrê ev nêzî mehekê ye, li paytextê 48 derece, li herêmên din rekora germahiya ku gihaye 50 dereceyan tê jiyan kirin.