Li Cezayîrê di meha Nîsanê de şeş jin û zarok hatin kuştin

Di hefteyên dawî de li bajarên cûda yên Cezayîrê, tundiya di nava malê de û cînayetên jin û zarokên keç her ku diçe zêde dibe. Ev yek bû sedemê şokek berfireh.

Cezayîr – Meha Nîsanê carek din nîşan da ku li Cezayîrê pergala parastina di nava malbatê de çiqas lewaze. Di nava çend hefteyan de 6 kes di encama tundiya di nava malê de hatin qetilkirin,  ev ne tenê hejmare, dema ku di demê xwe de bêdengî bişkanda niha wê ev jin jiyan kiriban.

Li gorî agahiyên ku bi destê nûçegihana me ketine, ev zîncîr, bi kuştina zarokek keç a hê nebûye 12 salî ji aliyê bavê xwe ve destpê kir. Ev bûyer civak hejand û nîşanên pirsên ên derbarê parastina zarokan di nava malbatê de, dîsa anî rojevê. Hê çend roj bi ser vê bûyerê  re derbas nebûyî, ev trajedî bi awayek cûda dûbare bû. Li bajarê Tiaret jinek ciwan a dayîka 4 zarokan li kolanê hate qetilkirin. Ev rewş nîşan dide ku tundî ji qada teybet hatiye qada giştî û bêyî tirs û cezayên hişk tê pêkanîn. Li bajarê Bicaye jinek extiyar a 76 salî ji aliyê hevjînê xweve bi çekê hate qetilkirin. Ev bûyer jî nîşan dide ku tundî ne girêdayî temenek diyar û rewşekê ye, jin di her asta jiyanê de tên hedefgirtin.

Di 16’ê Nîsanê li bajarê El Tarf, keçek 17 salî di encama tundiya fîzîkî ji aliyê xwe ve jiyana xwe ji dest da. Hê raya giştî ev bûyer hezim nekirî, li paytextê bûyerek din a sosret qewimî. Li Buzareah mêrekê xwişka xwe kuşt û hewl da cenazeyê wê bi awayek wehşet veşêre. Di nava van bûyeran de, li Barakê mêrekê hevjîna xwe kuşt û bivî awayî di mehekê de tabloyek tarî derket holê.

Kiryar kesên herî nêzin

Xala hevpar a van cînayetan, ne tenê wehşeta wane, nasnameya kiryarane. Di gelek bûyeran de kujer ne biyanîne, bav, hevjîn an birane. Ev rastî pirsa bingehîn ku têgîna ewlehiya di nava malê de lêpirsîn dike dîsa tîne rojevê. Kesê herî nêz rasterast dibe çavkaniya gefê.

Ev cûrên cînayetan, kêm û ji nişkave tên pêkanîn. Piranî qonaxên tundiyê yên berê nayê dîtin hene. Hertim rageşî, gef, tundiya gotinî an jî êrîşên fîzîkî ên dubare dibin.

Lê ev îşaret an dibêjin ‘Pirsgirêkên malbatê ne’ an jî bi tirsa sosret ji nedîtî ve tên an jî tê rewakirin, heta ku bûyer digihin dawiya trajîk.

Gotinên rewakirinê, cûrek din ê tundiyê ye

Bertekên civakî jî dibe ku qasî sûc bi xeter be. Li cihê şermezarkirinek eşkere, hinek caran hincetên wek ‘namus’ diyar dikin û an jî hewl didin xetayan di jina hatî qetilkirin de bibînin û rewa bikin. Ev gotin qadek ku tundiyê xwedî dike û jêre zemîn amade dike ava dike.

Hevrûbûna bivê rastiyê re, tevgerek ku tenê bi şermezarkirinê sînordar nabe bi xwere tîne. Ev jî bihêzkirina pêkanîna aktîf a zagonan, pêkanîna mekanîzmayên bi bandor ên parastina jinan, medya rola hişyarîkirinê bigre ser xwe û guherîna zîhniyeta ku tundiyê rewa dike û ji nedîtî ve tên, girîngiyek mezin dihilgire.