Li Cezayirê amadekiriyên kampanya "Hiye Emana"
komeleya Houria ji bo jinên Cezayîrî bi diruşma “Ew emanete- Hiye Emana” amadekariyên çapa pêncemîn a projeya tekoşîna li dijî tundiya li ser jinên Cezayîrê ragihand.
Cezayir - Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî a Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya destpêkirina kampanyaya Cîhanî a 16'e roj a li dijî tundûtûjiya zayendî, seroka Komeleya Houria ji bo jinên Cezayîrî Atika Harîşan diyar kir ku komele amadekiriya despêkirina çapa 5'emîn a kampanya "Ew Emanete- Hiye Emane" ji bo tekoşîna li dijî tundiya li dijî jinê li Cezayirê dike.
Komeleya Houria ji bo jinên Cezayîrî yek ji komeleyên femînîst ên herî navdar e ku bi pirsgirêkên Jinan, Malbat û Civakê re têkildar e, di sala 2013'an de ji hêla komek jinên ku di rêxistinên xwendekaran ên berê de xwedî tecrûbe û çalakiyên kolektîf bûn hate damezrandin.
Kampanya wê çalakiyên Eliktironîk û kom civînan pêk bîne
Her wih di çarçoveya kampanyayê de, komeleya Houria ji bo jinên Cezayîrê dê çavdêriya organîzekirina gelek stasyon û çalakiyên ku wê bi jinan re bi awayekî elektronîk û bi amadebûna li gelek parêzgeh, herêm û bajaran bicivin, bike.
Projeya tekoşîna li dijî tundiyê ya ku beriya çar salan hatiye destpêkirin çapa wê ya 5'emîn armanc dike ku rewşa jinan û pêwîstiya parastina wan û parastina rûmeta wan weke stûna her civakekê ye, bide ber çav û bi bîra herkesî bîne.
Kampanya li ser destpêkirina kampanyayên niştimanî ji bo hişyarkirina diyardeya tundûtûjiya li dijî jinan hatiye damezrandin wê were dabeş kirin. Wê di beşeke elektronîkî de were dabeş kirin, ku wê beşek ji weşandina çalakiyên cûrbecûr bi beşdariya pispor, xebatkarên civakî û çalakvanên mafên mirovan bi weşana zindî li ser rûpelên komeleyê dê pêk werin. Di beşê dûyem de jî wê "Meydanî" herêmî be ku wê bi komcivîn û çalakiyên herêmî pêk werin.
8 hezar bûyerên tundûtûjiyê hatine çareserkirin
Li ser diyardeya tundûtûjiya li dijî jinan li Cezayîrê, jimar û rêjeya ku ji aliyê hêzên ewlekarî yên Cezayîrê ve dem bi dem têne eşkere kirin, berfirehbûna vê diyardeya tundûtûjiyê derdixe ber çavan. Dezgehên ewlehiya jinên Cezayirê di 8 mehên dawî de bi nêzî 8 hezar bûyerên têkildarî şîdeta li dijî jin û keçan re mijûl bûne û çareser kirin. Ji sedî 31 mexdûrên tundûtûjiyê temenê wan di ser 42 salî re ye û ji sedî 28 ji wan temenê wan di navbera 30 û 40'î de ne, ji sedî 17'e jî temenê wan di binya 18'e salî de ne.