Li Cezayîrê Amadekariya ji bo kampanyaya 16 rojan tê kirin

Li Cezayîrê, dewreya xebatên çapemeniyê ji bo naskirina xebatên bingehîn ên ji bo amadekariyên kampanyaya 16 rojan, têkoşîna li dijî şîdeta zayendî ya li ser jin û keçan dest pê kir her wiha kampanya wê ji 25'ê Mijdarê heta 10'ê kanûnê bidome.

Cezayîr- Dewreya xebatên çapemeniyê ku di 7'ê mijdarê de dest pê kir dê 2 rojan bidome. Kampanya ji aliyê mekteba Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî û sefareta Hollandayê ya li Cezayîrê ve tê grganîzekirin.
Di dewereyê ji bo gelek xalan bal hat kişandin û  li ser xalên qanûnî yên ku şîdeta li dijî jinan li Cezayîrê sûc dibîne ku pêwîst e her kes di civakê de vê xalê bizanibe û pêwîstî bi hebûna mekanîzmeyek ku çareseriyê ji şîdetê re bibîne û parastina jinan ji şîdet bike û jinên rastî şîdetê hatine bixin bin ewlehiyê hatin nîqaşkirin.
Bi armanca vegotina xetera tundiya li ser jinan pêk tên
 Serokê Ofîsa Sûc û Hişbirê ya Neteweyên Yekbûyî Wahiba Sakanî, di dewreya yekem de banga xurtkirina aliyê qanûnî û aktîfkirina madeyên heyî û pêkanîna wan kir ev yek jî bi riya civak, medya û mizgeftan bi armanca danasîna xetera tundiya li ser jinan li mal, kolan û cihên kar û belavkirina hişmendiyê di nav civakê de.
Nûnera Wezareta Dadê Raşîda Obeş got ku sîstema qanûnî li Cezayîrê qanûnên ji bo parastina jinan ji şîdetê bihêz kiriye her wiha xalên zagonî bi parastina zarokan re pêwendîdar in û madeyên din jî yên girêdayî tundiya aborî ne ku cezayê giran ên ji 6 mehan heya 2 salan tên dayîn.
Li gorî sûc ceza zêde dibe
Her wiha bal kişand ser xalên qanûnî yên ku ceza û bendê wê hene di benda 33 cezayên ku her cure tundiyê sûc dibîne û benda 266 ji salek heya 3 salan cezayê girtîgehê di rewşa destdirêjiyê de dide. Di rewşên lêdanê û birîndariyê de ji 15 rojan girtin dide her wiha di dema ku zirarên giran hebin cezayê girtinê zêde dibe. Ji 2 salan heya 5 salan û dema ku rewşên birîndarkirinê hebin cezayê girtinê ji 10 salan heya 20 salan zêde dibe, dema ku rewşa kuştinê hebe cezayê muebed tê dayîn.
Der barê destdirêjiya zayendî de jî benda 333 a zagona ceza, destdirêjiya li kolanan çi gotin be yan pratîkî be, bi cezayê girtinê ku ji 2 mehan heta 6 mehan e û ji 20 hezar heta 100 hezar dînar cezayê pere tê dayîn. Her wiha di dema ku mexdûr temenê biçûk be jî sûcdar ceza duqat digre.