Li Cezayîrê agir kêm dibe lê di encamê şewatê de 73 kes jiyana xwe ji dest da

Li 5 parêzgehên Cezayîrê bi dehan hezar hektar zevî û daristan bûn xwelî; 123 şewat derketin û 73 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dema ku xebatên kontrolkirinê bi dawî dibin, pirsên li ser sedemên "gumanbar" ên şewatan hêj bersivê dixwazin.

Navenda Nûçeyan – Pêla şewatê ku bandor li deverên berfireh ên rojhilatê Cezayîrê kir, dest bi kêmbûnê kir. Lêbelê, bandorên mirovî û madî hêj bandorê li gelê herêmî dike. Li gorî daneyên demkî, hejmara miriyan gihîşt 73 kesan û herî zêde bûyerên mirinê li parêzgeha Cîcelê hat jiyîn.

Di 28’ê Tebaxê de li parêzgeha Cîcelê ji bo 39 kesên ku di şewatan de mirine merasîmek girseyî hate lidarxistin. Serokwezîr Sifî Xerîb jî beşdarî merasîmê bû.

Şewat, belavî Cîcel, Tizî Vuzu, Bejaîa, Setîf û Tabassa bûn û daristan, xanî û zeviyên çandiniyê wêran kir. Gelê herêmê, ragihandin ku şewat pir zû belav bûye û tehliyeyan dijwar kiriye. Li gorî DPA’yê, li Benî Hebîbiyê 21 endamên heman malbatê di nav şewatê de asê man û mirin.

123 şewat derketin

Parastina Sivîl, ragihand ku di 28-29’ê Tebaxê de 123 şewat derketine, 118 ji wan hatine kontrolkirin, lê 5 hêj şewat didome. Li Cîcelê hinek malbat wekî tedbîr hatin derxistin û piştî ku xeterî kêm bû, destûr hate dayîn ku vegerin malên xwe.

Rastiya derketina şewatê ya li herêmên cûda û di heman wextê de nîşaneyê pirsan derdixe holê û rayedaran ji bo eşkerekirina sedema bûyerê lêpirsînek dan destpêkirin. Wezîrê Karûbarên Navxweyî û Veguhastinê, ragihand ku lêpirsînek berfireh dê were kirin.

Tê diyar kirin germahiya bilind û bayên bihêz, bûne sedema belavbûna bilez a şewatan.