Li Cenînê 25 kes hatin kuştin 3 hezar û 420 malbat koçber bûn
Di encama êrişên cûda yên Îsraîlê bir ser bajarê Cenîn û wargehên wê de, 25 kesan jiyana xwe ji dest da û binesaziya herêmê hilweşiya. Her wiha 3 hezar û 420 malbat neçarî koçberiyê bûne.
Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê êrîşên xwe yên berfireh li ser bajarê Cenîn û wargehên wê yên Filistînê, ji roja sêyem a bicîhanîna peymana agirbesta li Xezayê ve berdewam dikin.
'Di 13 rojan de 25 kes qetil kirin'
Duh êvarê hêzên Îsraîlê avahiyek niştecihî li bajarê Cenînê hedef girt. Di encama êrîşê de 21 mal hatin rûxandin. Ev jî bû sedem ku bi sedan şênî ji neçarî koç bikin. Di heman demê de di encama êrîşên cuda de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan bi rêya obusan, 4 jî bi rêya balafirên keşifê hatin hedefgirtin. 3 kesên din jî di êrişan de birîndar bûn.
Li gor bîlançoyan hejmara sivîlên ku di nav 13 rojên êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 25’an.
'3 hezar û 420 malbat neçarî koçberiyê bûne'
Waliyê bajarê Cenînê diyar kir ku 3 hezar û 420 malbatên li wargeha Cenînê, di encama êrişên Îsraîlê de neçarî koçberiyê bûne. Teqînên ku duh li wargeha Cenînê rû dane, ji sala 2002'an ve ye yekem car in tên dîtin. Di wê demê de dîwarên kampê hatin wêrankirin.
Êrîş û wêrankirina binesaziya herêmê ya piştî destpêkirina êrişên Îsraîlê, di 21'ê Çileyê de destpê kir. Di encama vê operasyonê de niştecîh neçar man terka malên xwe bidin û bi pêlên koçberiyê re rûbirû bimînin. Hêzên Îsraîlê jî ev operasyon bi navê "dîwarên Hesinî" binav dike.