Li Bursayê ji bo jinan qedexeya dawetê!

Li bajarê Bursa ya Tirkiyeyê komeleya muxtartiya tax û gund, biryarek dan ku jin û mêr di şahiyan de neçin ba hev û tenê 2 saet destûra jin beşdarî şahiyê bibin dan.

Navenda Nûçeyan - Bi hêceta ku li gor olî ne guncav e, di dawetan de hatina ba hev a jin û mêran hate qedexekirin. 

Li gor zanyariyên ku hatine bi dest xistin komeleya muxtartiya taxa Karaagiz û gund ya girêdayî navçeya Buyukorhan ya Bursayê bi imzayek hevpar biryarek weşand. Di biryarê de diyar kir ku di şahiyan de jin û mêr di dawetan de li ba hevbin, li gor olê ne guncav e û biryara qedexekirinê dan. 

‘Jin ne aram dibin!’

Di biryarê de wiha hate gotin: “Li dawet û hineyan ji bo mirovên ji cihên biyanî tên jin ne aram dibin. Ji bo astengkirina vê me bi heyeta gund re biryarek wisa girt. Di dawetan de tenê wê 2 saet dem bê dayîn ku jin beşdarî şahiyê bibin.”