Li buroya BBC Tirkî ya Stenbolê îlana grevê hat daleqandin

Piştî ku di navbera Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê û BBC Tirkî de muzakereyên lihevkirinên kolektîf encam negirtin, sendîkayê li buroya BBC ya Stenbolê îlana grevê daleqand.

ELÎF AKGUL
Stenbol - Piştî ku di navbera Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û Buroya Stenbolê ya British Broadcasting Corporation (BBC) de lihevkirinek pêk nehat, xebatkarên buroya BBC’ê ya Stenbolê biryara grevê dan. Li ser vê yekê Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Durmuş li buroya BBC'ê ya li Gumuşsuyuyê îlana grevê daliqand.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ber buroya BBC’ê ya li Gumuşsuyu de wiha hat gotin:
“Em daxwaz dikin ku mûçeyên xebatkarên BBC bi awayekî ku hêza wan a kirînê diparêze bê tertîb kirin. Kardêr di sala 2020’an de li jêr enflasyonê buhabûn kir. Niha ew tenê ji sedî 14 mûçeyên brut pêşkêş dike. Em nikarin di hawirdora ku enflasyona fermî ji sedî 21 d vê pêşniyarê qebûl bikin. Daxwazên me maqûl û pêkan in. Mimkun e ku daxwazên BBC’ê bêyî ku barekî zêde li ser xwe çêbikin were bicihanîn. Ji Çileya par ve sterlîn li hember lîreyê Tirk ji sedî 80 biha bû. Ji ber vê yekê qezenca ji sedî 80 patronê BBC’ê heye. Ev helwesta bêtawîz a BBC bû ku pêvajoya grevê da destpêkirin. Wekî TGS’ê, em îro banga xwe ya dawî ji kardêrên BBC’ê re dikin. Ger wiha nebe, em dixwazin bê zanîn ku grev ji neçarî pêk tê.” 
"Em paşve gavan neavêjin" 
Sekretera Giştî ya TGS'ê Îlkay Akkaya ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku rêveberiya BBC’ê di nêzîkatiyeke ku şert û mercên Tirkiyeyê red dike de ye û pêşniyara zêdekirina ji sedî 14, bi van gotinan nirxand: "Dema ku em şert û mercên Tirkiyeyê dinirxînin, ev pêşniyar xemgîn in ji ber ku BBC saziya medyayê ya welatekî bi sazî û bi taybetî bi demokrasiyê tê naskirin e."
Îlkay Akkaya wiha berdewam kir:
“Mixabin em îro di qonaxa grevê de ne. Lê belê em di wê baweriyê de ne ku em ê vê pêvajoyê bêyî bikevin grevê, bi aqilê selîm a kardêrên BBC’ê çareser bikin. Lê divê zanibin ku li Tirkiyeyê di heyama dawî de, rêjeya enflasyonê, standarda jiyanê ya li Tirkiyeyê di heyama dawîn de, li gorî rêjeya danûstendinê bi giranî bandor li şert û mercên jiyanê kiriye. Helbet rojnameger jî ji vê yekê bi bandor bûne. Li Stenbolê di sala dawî de ji sedî sed lêçûna jiyanê zêde bûye.” 
Îlkay Akkaya bi bîr xist ku wan îlana grevê daleqandinê û got ku ger encameke erênî dernekeve ew ê vê bi grevê tacîdar bikin baş ve gav navêjin.