Li Brezîlyayê ji ber lehiyê herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li başûr rojhilatê Brezîlyayê ji ber lêhî û hezazê herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Brezîlya yek ji wan herêmane ku guhertina avhewayê bandorê lê dike, di bin bandora afeta xwezayî de ye, waliyê Eyaleta Espîrîto Santo Renato Casagrande rewşa heyî weke 'kaotîk' nirxand.

Li gorî daxuyaniya rayedarên parastina sivîl daye, ji ber lêhî û hezazê hejmara kesên li eyaletê jiyana xwe ji dest dane 17 kes in. Li herêma çiyayî ya eyaleta Rîo de Janeîro ji ber hezazê 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî hejmara kesên ku ji ber lêhî û hezazê jiyana xwe ji dest dane bû 25 kes.

Renator Casagrande di hevpeyvîneke li ser medya dîjîtal de ragihand ku li bajarokê Mîmoso do Sûl ji ber lêhiyê gelek xanî hilweşiyan û di binê xirbeyên avahiyan de cenaze hatine dîtin.

Her wiha hikumeta herêmî diyar kir ku li herêma Petropolîsê ya 70 kîlometreyan dûrî paytexta eyaletê ye di encama hilweşîna malekê û avahiyeke biçûk de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di Sibata 2022'an de ji ber bahozê 241 kes li vî bajaroka tûrîstîk jiyana xwe ji dest dabûn.