Li Beyrûdê pîrozbahiya Newrozê
Kurdên li Lubnanê û dostên wan berê xwe dan qada Newrozê û bi coşek mezin cejna Newrozê pîroz dikin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/03/20240321-823x463cc-nvnd-21-3-2024-beyrud-newroz-jpg76e740-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Kurdên li Lubnanê û dostên xwe, nûnerên partiyên siyasî yên Lubnanî û komeleyên kurdî Newrozê li devera Damûr a li Beyrûtê pîroz dikin.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Beyrûdê ji aliyê Komeleya Newroz a Çandê ve hate organîzekirin.
Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Mazlûm Dogan û alên PKK’ê hatiye xemilandin.