Li Beyrûdê pîrozbahiya Newrozê

Kurdên li Lubnanê û dostên wan berê xwe dan qada Newrozê û bi coşek mezin cejna Newrozê pîroz dikin.

Navenda Nûçeyan- Kurdên li Lubnanê û dostên xwe, nûnerên partiyên siyasî yên Lubnanî û komeleyên kurdî Newrozê li devera Damûr a li Beyrûtê pîroz dikin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Beyrûdê ji aliyê Komeleya Newroz a Çandê ve hate organîzekirin.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê gelê Kurd  Abdullah Ocalan û wêneyên Mazlûm Dogan û alên PKK’ê hatiye xemilandin.